116 şehîd û birîndar di encama teqîna ev roj de (Serjimara dawî ta vê demjimêrê)

 

PNA/ Efrin.net 20. 06. 2005

Li gor jêderên bijîşkan, ku hijmarê şehîdan û birîndaran yê dawî ta niha di encama teqîna vê sibehê de duşemê gihaye 116 kesî.
Herweha li gor wa serjimarê nuh di encama wa bûyerê terorîstî de 13 kes şehîdbûn û 103 kes jî birîndarbûn ku hemî ji polîsên nuh peywendî bi hêzên polîs re kiribûn .
Hêjayî gotinê ye ku pêştir Nadir Herkî lêkolîvanê yasayî ji nexwaşxaneya firyakeftinê de bi Peyamnêr re ragihandibû ku hijmarê şehîd û birîndaran gihabû 67 kesî, herweha ev bûyera li katijmêr 7,30 a bi sibê îro otombêleke core Sopir (modil 85) rengê xwe sor bû, ku terorîstek têde bû û li meydana birêvebirê polîs ku di wê demê de polîs mijûlî perwerdeyî leşkerî bûn wê teqîna rûda .
Li gor gotinên birîndaran ku ewa êrîşeke xwekujî bû û kesê encam dayî pirçê xwe lol bû û temenê xwe 35 salî zêdetir bû, herweha ragihandin ku polîsan teqe li wê otombêlê kirin berî ku nêzîkê wan bibe teqîya .

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]