E'fo li ku!!? û dadgeha li ku!!?
Şêx birîmce / Şam
Efrin.net 20. 06. 2005
Baxşandina
berêz serokkomar Beşar el Esed, ku hemî girtiyên kurd yên li ser bûyera
serhildana Adarê hatine girtin, serbest werin berdan, nîv beravêtî çûbû
û dora nîvî ji girtiyan nehatin berdan û ta niha têne dadgehkirin.
Dadgeha parastina dewletê ya bilind ''ewlikariye'' li Şamê bi
tewnbarkirina kurdan berdewame û qet haya wan ji baxşandina giştî /
gelemper ''e'fo am'' ya serok komar tune ye.
Iro bi dehan merev û dost û hevalên xwendinê yên Şivan Ebdo li ber
deriyê dadgehê ji katjimêr neh û nîvan de ta yekê nîvro kom bûbûn û
wêneyên wî bilind kiribûn û bi dehan ji xort û keç û pîrejinan weneyên
Şivan li ser sînge xwe daliqandibûn û bi yek dengî bandikirin Şivan
Şivan û di hatin û çûna Şivan de dengê zilxîtan lîlîyan ber bi asman de
bilind diçû û di hundir guhê dadgehkara û girtiyan de bicih dibû, belkî
bi vî reng şêweyê dixwastin hinekî ji derd û kul û êşên wan girtyan
kêmbikin û wan agahdarbikin ko ew di dilê miletê kurd de ne û cihê
serbilindî yê ne, ew lehengên gelin û ji bîra naçin û doza ji ber de
ketine zindan û girtîgehan de, cihê serbilindî û şanaziyê ye, wek nase
şivan xortekî xwendevane û di serhildana Adarêde li Şamê li zangoyê de
hate girtin,
Dadgeha Şivan lidarneket û hiştin ta roja 31 an ji meha dehan.
Iro dadgehê sê xebatkarên endamên partiya PYD jî tewanbarkirin.
1-Ismaîl Oso hate twanbarkirin û dadgehê ceza du sal û nîv danê ji ber
rewşa û tendirista wî kêmkirin ceza kirin du sal. ji dora sal nîvekê de
girtiye
2-Xelîl Yosêf hate tewnbarkirin û ceza du sal û nîv xwarin
3-Henîf Fewaz ew jî hat tewanbarkirin û ceza du sal û nîv xwar.
Hêjayê gotinye ko em bêjin
- jimara polîsan vê care gelek kêmbû û bi carekê nêzîke millet nebûn û
kes ciza nekirin, û wek hercar leşkerên parastina rêjîmê bi carekê
beşdar nebûbûn.
- çend girtî ji yêm misilman jî hebûn yekî ji wan şeş sal xwarin û ji sê
salande girtiye.
- hin ji bervedêr /aboqat ji ber girtyan de beşdar bûbûn û hin ji
komelên mafên mirovan û hin ji balozxaniyên Ewripî jî hebûn




|