Şivan Perwer Sersaxiya Kirîvê xwe

HECIYÊ SIWÊREGÎ dike

 

Efrin.net 14. 06. 2005

HECIYÊ SIWÊREGÎ:
Ev nav ji her kesekî re beyan û naskiriye. Navekî camêr, qedirşinas, merd, comerd, hevalbend, welatperwer, çalak û mivanperwer Heciyê me yê Siwêregî. Krîvê Şivan Perwer bû. Gava digot "KRIV" sed krîv ji dev derdiket. Hewqas dost bû Krîvê me yê hêja.
Siwêrek bajarekî  dîrokî, xwedî ber û esalete. Di dîroka Kurdistanê de herdem serhildaye li hemberê neheqî û zordestiyê. Şehîdên mezin weke Faik Bucak û hwd. Mirovên welatperwerên bê hempa Awniyê Siwêregî, Yilmaz Guney û hwd. Qelaşî, dirûtî, xayintî û bindestî ticar qebûl nekiriye Siwêregîyan. Di dewra 10 salên 70 û 80 de pêşin û berya hemû bajarên Kurdistanê dîsa Siwêregê serî rakir û li hemberê kedxwarî û pîkoliya tirka gelek şoreşger deranî, şehîd da û nîvê bajar xerab bû. Kehremanên şehîdên weke Ferîd Uzun, Necmeddin Büyükkaya, şorşsgerên weke Cuma Tak, Salih Kandal û hîn çend bedel daye vî bajarê şêran.
Heciyê Siwêregî ji vî bajariye. Herkesî Krîv nasdikir û jê hez dikir. Bûbû kela camêrî, mivanperwerî û welatperwerîyê Hecî Bayram. Ji jiyanê, pêşvecûn û serkevtinê gelek hez dikir. Mirovekî serbilind û afirander bû. Avakar û bi berxwedan bû. Xeyalên wî bi çêbûna welatekî serbixwe û gelekî azad xemilandî bû. Bi tolerans, demokrat û xebatkar bû.
Deriyê krîv herdem bi şev û roj ji dost û heval û mîvanan re vekirî bû. Singa wî li hemberê zoriyan sekinî bû. Ji we ev bû Hecî Krîvê Siwêregî.
Lê gava ev bela li pêşiya herkesekî sekiniye, têt, ne dibêje pêxember, ne Sultan, ne mirovên hêja û ne jî kehreman, bi herkesekî dikane. Navê wê jî mirine. Weke dilovan Mahmud Baksî digot "mirin dayika te bimre, ma tu yê çidem ji ser jiyanê bela xwe rakî û bimre ?"
Krîv cû ser dilovanî ya xwe. Bila serê malbat, dost, heval, hogir û gelê me sax be. Em sembola camêrî û merdiyê Krîvê xwe Hecî jibîr nakin. Dê her di dilê me de bijî.

Şivan Perwer
Birêvebirê Fonda Çand û Hunera Navnetewî
 
Sivan Perwer International Cultural Foundation
Bockenheimer Landstraße 47
D-60329   Frankfurt am Main
Tel.:0049.(0)69.71677732
Fax:0049.(0).69.71585637
E-Mail:  presse@sp-f.org
Internet: www.sp-f.org

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]