SEROKÊ KURDISTANÊ
LI TEVAYA XELKÊ KURDISTANÊ PÎROZ BE!
Efrin.net 13.06.2005
Di dawiya dawîn de parlamena Kurdistanê di pê hilbijartinên ku di
31.01.2005an de pêk hatibûn, di 04.06.2005an de civiya, serokê parlamenê
hate hilbijartin, di pê re jî yasaya serokê Kurdistanê di parlamenê re
derbas bû û îro (12.06.2005) serokê Kurdistanê kek Mesût Barzanî hate
hilbijartin.
Tevaya xelkê Kurdistanê li hêviya vê rojê bû, ku li başûrê Kurdistanê bi
taybetî partiyên sereke PDK, YNK û hemû partiyên Kurd di xala neteweyî
de bibin yek, hukumeteke hevbeş ava bibe û serokê Kurdistanê bê
hilbijartin, ku hemû Kurdan temsîl bike. Her çiqas dereng jî ma be, dîsa
mirov di kûdera zerarê de bizivire kar e.
SAZÛMANA SEROKATIYA KURDISTANÊ
Sazûman, an jî dezgeha serokatiya Kurdistanê ji aliyê parlamena
Kurdistanê ve hatiye hilbijartin, loma êdî him li Kurdistanê û him jî di
qada navneteweyî de sazûmaneke hiqûkî ye. Serokê Kurdistanê dê di
çarçova neteweyî de tev bigere û berjewendiyên Kurdistanê biparêze, loma
ew serokê me hemû Kurdan e.
TIKA, RICA
Kurdistana Azad van salên dawî di pir mijaran de îspat kir, ku ew li
Rojhilata Navîn ji hemû dewletên herêmê bi huqûk, demokrat û pêşdetir
in. Ji bo ku tikes nikaribe serokê Kurdistanê kek Mesûd Barzanî û
serokkomarê Iraqê mam Celal Talabanî di pirsgirêka serokatiya partiyên
wan de, wan rexne bike, ku ew ne bêlayan in, divêt herdu jî dest ji
serokatiyên partiyên xwe berdin û rê ji hevalên xwe yên jêhatî re, ku
dikarin ji partiyên wan re lîderiyê bikin vebikin. Herwiha divêt
pirensîp be, ku kek Mesûd û man Celal ne wek endamên partiyên xwe jî
bimînin. Çimkî di demokrasiyê de serokên dewlet û hukumetan endamên ti
partî û rêxistinan nînin. Mantiqê serokê partî û serokê dewletê mantiqê
dewletên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî mentalîta erebên şovenîst û
kevneperest e. Loma tika, rica ji herdu payebilindên Kurd dikim, ku ji
partiyên xwe îstîfa bikin, da ku li Rojhilata Navîn bibin mînak ku
mentalîteke nû ya medeniyet û şaristaniyê dest pê bike.
JI SERXWEBÛNÊ RE DU GAV MAN
Gava yekem ew e, ku federasyona Iraqê di destûra daîmî de bêye
pejirandin û raya giştî jî jêre bêje erê. Gava duyem jî, eger Kurd û
Ereb di demên pêş de bi hev nekin, îlana serxwebûna Kurdistanê ye.
Bijî Kurdistan
|