Balyozxaneya Sûryê li Brukselê ji hêla kurdan ve
demjimêr 03.00 hate dagîrkirin
Rojava/Efrin.net 20. 06. 2005
- Televizyon, radyo û rojnameyên belcîkî hevpeyvînan bi xwepêşandêran re
dikin.
- Dor 10 trimbêlên polîsên belcîkî balyozxaneya sûrî dorpêç dikin.
- Kurdên Brukselê bo piştgiriya xwepêşandêran diçin ber bi balyozxaneyê
ve.
- Polîsên belcîkî, piştî ku daxwazên xwepêşandêran bi cih anî û medyaya
belcîkî derbasî balyozxaneyê kir, xwepêşandêr derxist û 35 kes ji wan bi
basekê birin cîgehê polîsan.
- Alayên Sûryê ji ser balyozxaneyê hatin daxistin û li şûna wan alaya
Kurdistanê hate bilind kirin.
- Xwepêşandêr duruşmên mîna: şehdîn namirin- Xeznewî namire- Baas faşist,
terorîst- Bijî Kurdistan- di hundir û derveyî balyozxaneyê de digotin.
|