|
Şêxê pakrewan ''Şehîd'': ma tu li Şîkaxo dijî ne li Şam?!!
Şêx Birîmce/ Şam
Efrin.net 01. 06. 2005
Em yê xwedê ne û li xwedê vedigerin.
Bi dilekî şikestî bi çavên xemgînî me nûçeya şehîdkirina Şêxê qedir biha,
rêzdar Mihemed Me'şoq el Xeznewî şêxê ko hîn em pê şa nebûbûn û hîn me
baş nasnekiri bû , şxê ko xwe nedikir şûna tevgera xwe ya kurdî, şêxê
digot: em jî weke netewên dî xwedî dozin xwedî mafin, dive herkes ji ber
wî mafî de kar bike, lê mixabin, zikreşa, nijadperesta , nehiştin em bi
wî şabibin û rêya ko ji me re dide nîşan em têde bimeşin ji ber vê
çavnebarîyê, kîn û dexesiyê. Şêx ji me dizîn û bi dilekî sar kuştin.
Niha miletê kurd li tevayiya cîhanê û bi taybetî li Sûryê û bi
taytbetîtir li herêma Cizîrê û bi taybetîtirîn li Qamişloka xemgîn
reşgirêdaneîû li benda hatina pakrewanê xwene , cih, dîkan, firoşgeh,
herkar, sokên şarê ,tev girtîne , xelkê bajêr bi deh hezaran berê xwe
dane mizgefta Zeynilabîdîn li wer civyane li benda hatina şêxê xwe ne ko
bighê wir ( ta katjimêr 4:30 î hên negahaye xelk hezkerên şehîd ji berî
katjimêr sisyan li wir li benda hatina termê wine).
Şêxê ko ji xebata xwe ya kurdîtiyê li Şamê tê revandin û li Helebê tê
kuştin, li Dêrezorê tê veşartin (gorkirin) û paşê tê dîtin ?!!!!
Em nizanin ev nûçeya tê belavkirin ,û kenala el Erebîyê, el Cezîrê jî
weşandiye ta ku raste, an tev de şanoyeke derhinêrê xwe nuhe û gelekî
nezne !!?, gelo ma em li Şîkaxo yê ne,ne li şamê ne,çawa li Şamê tê
revandin, dibibin li Helebê dikujin , û li dêrezorê têveşartin, û kes li
wan haynabe?!! piştî binaxkirnê tê dîtin ma gelo careke dî em li Şîkaxo
yê ne ?!!!!!
Gelo ma ne bese şêxên me piranîya wan ji wan re kardikin , ma yekî ji me
re zêde dibînin?????
|