Şeveke Helbestê bi Kurdî li Şamê lidar ket
Şêx Birîmce / Şam
Efrîn.net 29. 05. 2005
Roja
Înê 27-ê Gulanê li katjimêr 8-ê îvarê li paytexta Sûriyê, Şamê, taxa
Kurdan şeveke helbestê li dar ket. Erê dem dawiya Gulanê ye, lê dunya
baş sar bû. Lehengên şevê bi helbestên xwe yên nazik û zîz şev germ
kirin.
Lehengên vê şevê sê mamoste bûn. Destpêk Helbastvanê kurd Oflaz
gelek ji helbestên xwe yên kurt (filaş) bi zimanekî helbestî yî nazik
xwendin. Oflaz ji herêma Çiyayê Kurmênc ji bajarokê Şiyê warê
helbestvanê gewre Hamêd Bedirxan, Hisên Hebeş, Awazê
Kalo, Hêmen kurdaxî û Nesret Hebeş. Helbestvanê
diwemîn Hoşeng Osê ji Herêma Dirbasiyê, ku rojnamenivîs û
rexnevanekî nas e. Ew di hemî şevbuhêrkên kurdî de beşdar e. Wî jî du
helbestên xwe yên xweşik xwendin, yek jê bi navê "Çemê gundê me" bû.
Lehengê siyemîn mamoste Ebdî Çaço bû, ku helbestvan û nivîskarkî
xuya ye. Ew ji herêma Dêrikê alî goçeran e.
Mêvanekî şevbuhêrkê ji Kurdisana başûr jî, ji herêma Dihokê, lêkolîner
Îsmaîl Badî tevî şevê bû, û bi gotineke kurt rewşa çanda kurdî li
Dihokê pêşkêş kir.
Wek nas e ev şev ji aliyê Komîta Şevbuhêrkên Kurdî li Şamê amade bû bû.
Ev şeva 34-ê ye, ku di van sê salan de tê pêşkêşkirin. Wek nas bûye her
li Îna dawî ji mehê ev reng şev li dar dikevin. Endamê komîtê Bavê
Comerd şev pêşkêşî başdar û mêvanan kir.
Hêja yî gotinê ye ku ji herêma Cizîrê, ji Amûdê, mamoste Deham
Ebdilfetah beşdarî şevê bû bû û bi goteneke xweş şev xemiland.
|