Daxuyaniya bidawîbûna karûbarê kongireya
5-an ya:
parta yekîtî ya demokrat a kurd li sûriyê
– yekîtî-
Efrin.net 05. 05. 2005
Li dawiya Nîsana 2005-an, kongireya 5-an ya parta yekîtî
ya demokrat a kurd li sûriyê, di siha van diruşmên he de hate
lidarxistin:
* Azadî ji heval Mehmûd Elî Mihemed (bavê Sabir), hemî girtiyên siyasî û
yên bîr û baweriyê re.
* Nûjenkirina jiyana partî ya hundirî, digel nûkirina şêweyên kar di nav
refên gelêrî de, bona dadmendiya pirsa gelê me yê kurd li sûriyê.
* Lidarxistina kongireyeke netewî kurdî li sûriyê.
* Lidarxistina kongireyeke sûrî netewî û tevahî.
* Nûjenkirina têkiliyên birane ligel partiyên kurdistanî.
Bi rawestandina bihnek bêdengî bona ruhên pakrewanan, kongir dest bi
karê xwe kir, birêvebiriyek hate hilbijartin, lîsta kar û bar hate
pejirandin, di pêşî de rapora giştî, pirojeya bernama siyasî û tozika
hundirî bû, ya ku hê di civateke fireh de li ser erê bûbû.
Beşdarên kongir bi giringiyeke balkêş, guhên xwe dabûne ser xalên rapora
giştî, hinde têbîn xistinê, digel biryareke lêveger û jinûnivîsîna di
derbarey hinde warên raporê de. Biryar hate dan ku, sonda partiyê li cî
be, herdu pirojeyên bernama siyasî û tozika hundirî bêne pejirandin û
şana partiyê bi firehî bête belavkirin.
Guhdana kongir ya herî sereke û balkêş, li derdora rewşên sûriyê yên
hundirî û di nav de ya gelê me yê kurd bû. Tevahiya kongir didît ku,
hebûna pirojeya dustûrekî nû, şaristanî, li ser bingehekî bidûrxistina
tîp û desthilatiya tek-partî, pejirandina rastiya hebûna gelê kurd ya
dîrokî, pirjimariya çand û pêwîstiya cudakirina ol ji dewlet û siyasetê
zor pêwîste.
Berdewamiya bikaranîna rewş û qanûnên awarte, nebûna maf û azadiya
nêrînê, ciyê xemgînî û nerazîbûna kongir bû, digel pêdiviya ku, ev
rûdanên he, ji holê rabin. Bi serde jî, xizanî, perîşanî û bêkarî, ku
her diçe bêtir dibin, gelek nexweşî û nerindiyan bi xwe re tînin,
sergermî û bêhişiyê jî gur dikin, nemaze di siha dezgeha dadgehî ya
awarte, neserbixwe, nejî paqij, digel berdewamiya desthilatiya sûrî di
siyaseta newekhevî û şoven di derbarey gelê kurd de û bêparhêştina wî ji
hemî mafên netewî yên xweza û rewa.
Kongirê didît zor pêwîste ku kar û xebat bona karê hevbeş ligel hemî
hêzên welatparêz û demokrat bête kirin, ji bo geşkirina liv û tevgera
siyasî – civakî, bi hêla lidarxistina kongireyekî netewî sûrî gelemper,
ku tê de, bîr û baweriyên demokrasiyê û mafên mirovan bêne rêzgirtin û
bihevre bigihêjin kaxezeke karê hevpar.
Li hêla dî, ew biryara civata fireh bona lidarxistina kongirekî netewî
kurdî li sûriyê, ciyê rêzgirtin û pesnê bû.
Bona hevbendiya demokrat a kurd li sûriyê, kongirê didît ku,
rabûn-rûniştina hevbendiyê di vê dema dawî de, ne ciyê razîbûnê bû û
daxwaz her li cî ye ku, rola hevbendiyê bêtir bête parastin û geşkirin,
hevkarî bi biraderên Berê demokrat a kurd re li cî be, ta karê hevbeş di
çerçewa tevahiya tevgera kurd de li sûriyê, bona pêkanîna yekîtiya
zarzimanê siyasî û lisazxistina dûzaneke kar û têkildariyê di navbera
şax û baskên tevgerê de, bona newekhevî û rikgiriya netewî ji holê rabin,
doz û daxwezên gelê me yên netewî û rewa bi cî bibin, şêweya Îdara Zatî
ji herêmên kurd re, di çerçewa parastina yekîtiya welêt de bête erêkirin.
Di warê kurdistanî de, geşbûn û pêvajoya çanda demokratîk li ba hemî şax
û beşên civakê û partiyên siyasî li seranserî kurdistanê, li ba kongir
ciyê pesin û dilxweşiyê bû, digel pêwistiya nûjenkirina têkiliyan bi wan
partiyên bira re, li ser bingeheke rêzgirtî û li gorî taybetmendiya her
cîgeh û hêlekê.
Berfirehbûna serjimar û çerçewa kesên ku dadmendiya pirsa kurd li sûriyê
û naveroka wê ya demokratîk têdighên, ciyê dilxwşiyê bû.
Li hêleke dî, pêwîstiya danheva şax û çalakiyên civakê yên cûrbecûr,
bilindkirina kartêkirin û rola jina kurd, nifşên nû, nûjenkirina
ragihandina partiyê, piştgiriya bi her hawî û lêxwedîderketin li heval û
biraderên ku di fêrkirina zimanê kurdî û rêzmên de pisporin, li ba
kongir girîngiyeke li cî bû.
Li dawî, di heyameke demokratîk de, bi şêweya dengdana nehênî û yekser,
serok, sekretêrê giştî yê partiyê û endamên komîteyeke rêzanî hatin
hilbijartin û kongir bi serkeftî bi dawî bû, digel soz û peyman, bi
berdewamiya kar û dilsozî di xebata bona pirsa gelê me yê kurd, bona
Aştî, Azadî û Wekheviyê.
30/4/2005
Komîta rêzanî ya
parta yekîtî ya demokrat a kurd li sûriyê – yekîtî-
|