Hûn dikarin çavên serê xwe bibîn in
Bê Çawa,
Kûsî li ezmanê Elmanyayê dê bifirin
Efirn.net 03. 05. 2005
-KÛSÎ JÎ DIKARIN BIFIRIN
- Schildkröten Können Fligen
- KAPLUMBAGALAR DA UCAR
Bahman Ghobadi
Film ê derhênerê kurd Behman Qubadî yê bi navê(Kûsî jî dikarin
bifirin)di 5 ê Gulanê de,Li Sînemayên Elmanyayê ye !
Birêzan,
Filmê
kurdî yê Behman Qubadî," Kûsî jî dikarin bifirin " di 5 Gulanê de, li
bîst sînemayên Elmanyayê tê nîşandan.Hêviya me ewe ku hûn xwedî li
filmê bi zimanê kurdî yê şêrîn derkevin û bê dudilî beşdarî piştgiriya
sînemaya kurdî bibin, bi temaşekirina vî filmê ku bala hemû hunerhezan
li hemû deveran kişandiye. Belê,bi dilekî xweş her yek ji we dikare
dîtina vî filmî ji bo heval û dostên xwe yên Elman jî pêşniyaz bike.
Filmê KÛSÎ JÎ DIKARIN BIFIRIN- Schildkröten können Fligen - heta
niha 27 xelatên navneteweyî wergirtine.
Film Li Kurdistana Başûr ,di nav toz û dûman a şer de hatiye
kişandin.Hikumeta herêma Kurdistanê ji bo produksiyona film
alîkariya derhêner Behman Qubadî kiriye.
Kûsî jî dikarin bifirin,piştî 26 salan yekem filmê sînemayê ye
ku di navbera sînorê Iraqê de hatiye kişandin.
Film nêzîkî sînorê Turkiyê, li Bajarên Akre,Duhok, û derdora Hewlêrê
hatiye kişandin.
Di Film de bi hezaran mirov weke figuran cih girtine.
Herweha Pêşmergeyên Kurdistanê ,Leşker û helîkopterên Emrîkî
Jî di film de rol lîstine.
Kûsî jî dikarin bifrin beriya Elmanyayê li sînemayên 26 welatan hate
nîşandan.
Sînemaya kurdî bitenê û bêxwedî nehêlin.Bi hatina we ya sînemayê filmê
kurdî wateyeke dîtir distîne.
Îca, ji kerema xwe re, werin. Vê derfetê li xwe û li vî filmê hêja
nebin.Berê xwe bidin sînemaya herî nêzîk û hin aliyên veşartî ji rû yê
Kurdistanê bibîn in.
Hûn dikarin agahiyên berfireh, bi zimanê Elmanî û Ingilîzî,li ser van
navnîşanên jêrîn bibînin:
Danasîna Filmê
kurdî
Kûsî jî dikarin bifirin
Yê derhêner ê kurd Behman Qubadî.
Li ser sînorê Kurdistan a Turkiyê, sala 2002 an,Li Kampeke Penaberan,
ku di welatê xwe de weke kesin derbider û sirgunkirî dijîn. Civîn û
hevdîtinên berpirsiyar û giregirên dewletan, li çar aliyên dinyayê
berdewam dikin.Mijar jî şerê Emerîkayê ye li Iraqê.Kak Satalît( Soran
Ibarahîm ) Ciwanekî Kurde,bi dehan zarokên penaber li derdora xwe
civandine û Serokatiya wan dike.
Zarokên Kurd yên sêwî,Mayînan ji erdê derdixin û dirfoşin.Ji ber ku
mirovên - UN - Yekîtiya Netewan,ji tirsan re, mayînan ranakin û karê xwe
sipartine kurdên herêmê.Qehreman, ango kesê sereke di film de – Kak
Satelît - heyran ê Emrîkayê ye û çend peyvên ingilîzî jî dizane.Mazinên Kampê,
di riya nûçeyên CNN re dixwazin bizanibin ku hêzên Emrîkayê wê êrîşê
Bibin ser rêjîma Saddam yan na.
Ew dixwazin Kak Satalît ji wan re nûçeyan wergerîne ser zimanê kurdî.Di
vê navberê de Satalît rastî keçeke ciwan ya bi navê Agrîn
tê û dibe evîndarê wê. Agrînê, berî çend salan,ji aliyê leşkerên Saddam
ve hatiye tecawizkirin û di encamê de zarokek peyda kiriye . Ew niha
dixwaze dergûşa xwe bi destê xwe bikuje.
Filmê Kûsî jî dikarin bifrin, ji aliyekî din ve jî çîroka Satelît û
Agrînê ye, û ji aliyê dîtir ve rewşa Kurdistanê ya pêvajoya şer li ber
çavan radixîne.Di dawiya film de Emerîkî tên Kurdistanê,lê Satelît ê ku
heyran ê wan e , bi mayîneke Emerîkiyan lingê xwe windadike.
Herweha agahdariyên zêde li ser film, hûn dikarin di van navnîşanan de
bibîn in:
www.kusi-film.com
www.mitosfilm.com
Lîsteya sînemayan :
mîtosfilm
Gabriel-Max-Str. 8 VH pat
10245 Berlin - Germany
tel +49 (30) 54719462
fax +49 (30) 54719508
--
mîtosfilm
Gabriel-Max-Str. 8 VH pat
10245 Berlin - Germany
tel +49 (30) 54719462
fax +49 (30) 54719508
|