Hin kesayetiyên Hannoverê bo piştgiriyê serdana Merwan Osman kirin
efrin.net, 21.01.2004
Doh û îro, hin kesayetiyên elman û biyanî serdana helbestvan û
siyasetvanê kurd ê di girêva brçîbûnê de Merwan Osman kirin.
Doh, Pêncşem, romannivîsê el-selvadorî yê niştecihê bajarê Hannoverê
David Hernandez serdana M. Osman kir. Hernandez piştgiriya xwe bo
daxwazên M. Osman re diyar kir û li ser derfetên alîkariyê axaifî.
Hernandez soz da ku ewê bi hevkarên xwe ên wêjenûs re derbarê çalakiya
girêva birçîbûnê biaxife û têbikoşe ku hejmarek mezin ji piştgiran peyda
bike.
Herweha îro, În, grûpek ji xwendekarên elman di gel berpirsekî
Kitêbxaneya Hanah Arendt li Hannoverê serdana M. Osman kirin. Ewan ji
pişgiriya xwe diyar kirin û guftûgoyeke dirêj derbarê brîndarkirinên
mafên gelê kurd li Sûryayê bi M. Osman re saz kirin.
Grûpa xwendekaran û berpirsê kitêbxaneya H. A pêşniyazên xwe bo karê
piştgiryê pêşkêş kirin û di encama serdanê de hin xalên kar hatin
destnîşan kirin.
Ji bilî van kesayetiyan, hejmarek ji kesayetiyên kurd ên perçeyên
Kurdistanê ên dîtir serdana Merwan Osman kirin. Ewan jî piştgiriya xwe
ya tund eşkere kirin û soza kar bo piştgiriya doza kurd li Sûryayê kirin.
|