Helbestvan û siyasetvanê kurd Merwan Osman kete gireva birçîbûnê


efrin.net, 18.01.2005

Hannover – Ji ber “çewsandina bêhempa ya ku rêjîma Sûriyê li ser miletê me yê kurd li beşê ku pê ve (bi Sûriyê ve) girêdayî” helbestvan û siyastvanê kurd Merwan Osman kete gireveke birçîbûnê ye vekirî.

Di daxuyaniya xwe de Rêzdar Merwan Osman dide xuyakirin ku ew bi vê çalakiya xwe bangî raya giştî ya cîhanê, Yekîtiya Ewropayê, hemû û dam û dezgehên navneteweyî yên mafên mirovan û demokratxwaz dike, da ku ew têbikoşin bo:

– Lêpirsîn li rewşa mafên gelê kurd li Sûriyayê were kirin û girtina Kurdan, ji ber ku kurd in yan ji ber ku doza mafên xwe yên neteweyî yên rewa dikin, yan li ser sucên kiryar û bûyerên, ku di serhildana Avdara 2004-an de hatine kirin raweste.
– Berdana hemû girtiyên kurd ên serhildanê û yên berê.
– Berdana hemû girtiyên raman û boçûnê di Sûriya de.
– Lêkolîneke bêlayen û dadmendane were kirin li ser bûryerên 12-ê Avdarê û yên serhildanê.
Daxuyaniyê bixwînê >>>

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]