Li Holenda jî

Sedsaliya têkoşer û helbestvanê mezin Osman Sebrî



efrin.net, 03.01.2005


Roja 08.01.2005-an Encûmena Partiyên Kurd li Sûriyê (Rêxistinên Holenda) bi boneya sedsaliya ji dayikbûna têkoşerê kurd ê mezin Apo Osman Sebrî çalakiyekê li dar dixe. Armanca çalakiyê, weke ku daxuyaniyeke Encûmenê de hatiye diyarkirin, ew e ku “em hemû bi hevûdu re jiyan, xebat û wêjeya Apo Osman Sebrî li bîra xwe bînin”.
Encûmena di daxuyaniya xwe de “û ji bo rêzgirtina vî xebatkarê mezin” herkesî vexwendî amadebûna vê çalakiyê dike.


Kengî: Şemî, 08,01.2005
Kat: 14.00
Cih: Cort van der Linden straat 1
Delft
Holenda


Hêjayî gotinê ye ku beşek ji siyasetmedar û rewşenbîrên kurd dê jiyan û wêjeya nemir Apo Osman Sebrî pêşkêş bikin. Ji wan:
– Bedirxan Epozdemir
– Bêwar Dêrşewî
– Dilyar Dêrikî
– Henîf Yûsif
– Hevgirtina Rewşenbîrên Kurd ên Rojava li Derve
– Luqman Ebdilmecîd
– Qado Şêrîn
– Sebrî Silêvanî
– Seydayê Dilbirîn

Herweha çalakî dê bi stran û mûzîkê jî bête xemilandin

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]