Bernameya “Rasterast”

Rewşa girtiyê kurd ên di girtîgehên Sûriyê de



efrin.net, 03.01.2005

Bernameya Rasterast ya Roj-TV dê vê carê jî, roja Sêşemê 04.01.2005-an li ser gireva birçîbûnê ya girtiyên kurd ên di zindana Edra de raweste. Di vê bernameyê de axaftin dê li ser mijarên jêrîn jî çê bibe:

– Çima girtiyên kurd ên di zindana “Edra” de ketin gireva birçîbûnê?
– Rastiya rewşa girevê û bi dawîbûna wê çi bû?
– Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya bilind û girtiyên kurd.
– Rewşa hevkariya di nav partiyên kurdî de li Ewropa û damezrandina Encûmena şeş partiyên kurd li Holenda.

Mêvanê bernameyê rêzdar Tariq Hemo ye. Ji bilî wî jî dê hinek nûner û berpirsên partîne kurd jî bi telefonê beşdar bibin.

Kengî: Sêşemê, 04.01.2004 li katjimêr 20.10 bi dema navîna Ewropa

Ji bo têkiliyê:
E-mail: rasterast@roj.tv
Fax: 0032 53 64 12 76

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]