100-saliya Apo Osman Sebrî


efrin.net, 31.12.2004

Sala bê, sala 2005-ê, wek sedsaliya Apo Osman Sebrî hatiye navandin. Lewre jî Kurd dê bi gelek çalakiyan yada sedsaliya vî têkoşer, helbestvan, siyastvan û kurdparêzê gewre bi bîr wînin.

Di vî warî de Kurdên Şamê dê roja 07-ê Çele 2005-an li mala Apo Osman Sebrî şevbuhêrkekê li katjimêr 19.00 li dar xînin. Ji bo têkilî û agahiyê ev e-mail û telefon li ber destên we ne:
Tel.: 00963112753378
sexbirimce@yahoo.com
kewe-sebri@hotmail.com

Ji aliyekî din hêja ye em bêjin ku Kurdên li Berlînê jî bi pişgiriya saziyên kurd li Berlînê gelek çalakiyên hêja bi vê boneyê dane pêş xwe. Çalakiya pêşîn li roja 09. Çele 2005-an de ye. Ev çalakî dê bi sêmînarekê li katjimêr 11.00 dest pê bike. Mijara sêmînarê “Jiyana Apo Osman Sebrî” û “Apo Osman Sebrî û xebata siyasî” ye. Mijara yekê dê ji aliyê rêzdar A. Balî ve bête amade- û pêşkêşkirin, ya didoyê jî dê ji aliyê mamoste M. Mele Ehmed û dr. Mecîd Şêxo de bête amade- û pêşkêşkirin. Şêmînar dê li katjimêr 15.00 bi dawî bibe, da ku şahiyeke hunerî-folklorî dest pê bike.

Dem: 09.01.2005

– Sêmînar
Jîyana Apo Osman Sebrî, A. Balî
Apo Osman Sebrî û xebata sîyasî, M. Mele Ehmed / Dr. Mecîd Şêxo
Katjimar: 11:00
Rêvabirin: Dr. Gundî û Sîpan Reş

– Beşa hunerî-folklorî
katjimar:
15:00
Rêvabirin: Xalid Elî
Cih: Festsäle Nostalgie
Streitstr. 86
13587 Berlin

Bernameya sedsala Osman Sebrî li Berlînê >>>

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]