Li Parîsê Îsal Xelata Osman Sebrî Diyarî û Pêşkêşî Dayika Kurdan Ya Hêja '' Daniyel Mîtêran'' Bû.

 

 

 


Apo Osman Sebrî

efrin.net 02.11.2004

Abdulbasit Hemo Almanya 31. 10. 2004 - Di rûpelên dîrokêde hindek nav tên kolandin, ew kesên ku jiyan û ramanên xwe bi xêzên zêrîn diber xebat û tekoşînê de buhurandina ji bo nirxê mirovatîyê û azadîyê, wekhevîyê. Bê guman yek ji wan kesan ewa tekoşerê mezin Apo Osman Sebrî ya, ku cihekî giranbuha di dîroka xebata gelê Kurdistanê de girtîye, bi taybet di nav gelê başurê rojavay Kurdistan. ( Suriyê de) . Apo Osman Sebrî bi hêrz û bi berxwedan di ber doza gelê xweda xebat dikir, qet jê dûr nediket û serê xwe neroxand li ber zor û sitemê, tevî gelek asteng û zordarî li pêşiya raman û xwestekên wî derdiketin, lê tim û tim bê omîd ne dima, tevî ku merc û şertên wê demê gelek dijwarbûn. Jiber ku peymanên giran hatibûn imzakirin di navbera kolonyalîzma Fransî û Faşîstên Tirk û barbarên Surîyê de ku bi hevra dixwestin hêvî û doza gelê Kud winda bikin.

Ji ber vê yekê hemî sînor li xebatê hatibûn dorpêçkirin. Dema Apo Osman Sebrî û hevalê wî Dr. Nuredîn Zaza, Partiya Demokratî Kurdistan - Sûriyê, avakirin di 14. 6. 1957 de digel hevalên wan, rejîma Suriyê êrîşên dijwar avêtin ser gelê Kurd, bi hezaran kirin bin çavan û bi sedan kadro û rêberên partiyê xistin zîndanan.

Apo Osman Sebrî, hijdêh caran ketibu zîndanê ! û koçberê welatê Efrîqa kirin ''Girava Medaxeşqer''. Lê tevî hemî pîlana nikarîbun wî ji dîlana azadîyê bigirin û dûrxînin. Herweha roj bi roj pirtir nêzîkî êş û azarê gelê xwe dibû bi hêvîya Kurdistaneke azad. Apo Osman, hiş û ramanên xwe çi di warê helbest, wêjêyê de diyar dikir, û çi di warê praktikêde, karê wî û gotinên wî hevdû digirt. Hêviyên wî tim geş bûn, temaşe dikir li pêşerojeke geş û xweş bibîne, Apo Osman, di dawiya jiyana xwede digot : Pir xweşe ku merov herê gorê bi serfirazî li hemberî sitem û zorê, her wiha tim tanî ziman ji mêhvanê xwera li mala wî li taxa Kurda li bajarê Şamê ta ku koçber kir. Di 11. 10. 1993 de çû ser dilovaniya xwedê.

Ji ber ku Apo Osman, cîhekî bi nirx û giranbuha di dilê gelê Kurde hiştiye û dimîne, tê dîyarkirin wek simbola berxwedan û xebata radîkal di warê rêzanî û wejeyî de. Lewra jî her sal tê danîn û nîşankirin xelata vî tekoşerî ji hêla komîtekê û hevalbendên wî tê şopandin û pejirandin. Berîya niha ev xelat hatibu diyarkirin ji bo nivîskarê Turk Ismaîk Bêşîkçî. Û îsal 20. 10. 2004 da ev xelat li Parîsê paytexta Fransa hate pêşkeşkirin ji bo dayika kurdan Xanima Mîteran, di rîya ''Diya Ciwan'' helbestvana Kurd ya bi nav û deng ku bu jiyane xwe bi salana ji bo doza gelê xwe xebat dike, lewra jî ew ji paytexta Sûriyê ji Şamê ber bi Parîsê va dabû rê. Cîhê liwîs Aragon, Can Cakroso, Vîktor Hîgo... , da ku derd û heviyên gelê başurê rojavay Kurdistan ( Sûriyê ) û berxwedana serhildana 12 ê avdarê bi wêneyekî zêrîn yê Apo Osman diyarî dayika Kurdan bike. Ta ku mizgîniyê ragîhîne guhê dayika Kurdan û bibêjê wê, îro omîd û ramanên Apo Osman Sebrî dîsa xwe nûdikin û dengê azadîyê û berxwedanê li hemberî zordestên Şamê geş û bilind dibe, çawa ku berê li Mihabadê, Amedê, Hewlêr bû, îro jî nevîyên Apo Osman Sebrî serê xwe li kolanên Qamişlo, Kobanî, Efrîn û li metrepolên, Şamê û Helebê serî hildidin, disa çerxa felekê û aşên mirinê pencên xwe digerînin li ser gund û bajarên başurê rojavay Kurdistan ( Sûriyê ).

Ev xelat hate pêşkeşkirin ji bo dayikan Kurdan ji destê ''Diya Ciwan'' bi dilekê geş û xweş di gel helbesteke kurt û kûr, bi çek û xemlên Kurdî pîra dayika Kurdan Xanim Mîteran hate hembêzkirin, piştî ku serokê Înstuta Kurdî li Parîsê, birêz Kendal Nezan gotinek bi zimanê Fransî li ser xebata Xanim Mîteran ronahî kir di ber doza gelê Kurde li her pênç parçan, di gel gelek gotin hatin xwendin mîna gotina Mamoste Mihamed Mela Ahmed ku yek ji hevalên Apo Osman yên berê bû, û gotinek ji birêz Heyder Omer û gotinek bi zimanê Erebî ji hêla Nîzar Neyûf de ku ew dostê gelê Kurde.

Li vê şevê ya ku li avahîya Înstuta Kurdî li Parîsê hatibû li darxistin gelek sîyasetmedar, nivîskar û dostên gelên Kurd yên Fransî beşdar bûn. Ji wana nunerê Hukumeta başurê Kurdistan birêz Sêrwan Barzanî û nunerên Partiya Demokratê Kurdistana - Îran û nunerên Partiya Sosyalîstê bakurê Kurdistan, nunerê Partîya Yekîtîya Kurd li Surîye û amadebûna nivîskar û sîyasetmedarên Kurd, Cewad Mela, Can Kurd, Ferîd Mela, Kemal Seydo, Avîn Çîçek, Hêvî Osman Sebrî, Dr. Muhamed Zeyno û xanima wî, Abdulbasit Hemo û gelekên din ...... . Ku ji welatê Almanya, Engîltire, Swêd, Swîsre, Holanda hatibûn.

Her wiha hêjayê gotinêye ku Apo Osman Sebrî bê bîr anîn hersal di meha çirîya peşî da ku di vê mehêda di sala 1993 de ji nav me koçbarkir, lê hiş û ramanên wî, wê neyê berdan, ji bo doza azadî û serfirazîya Kurdistan.

Abdulbasit Hemo

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]