Hêmen Kurdaxî siba dibe mêvanê MesopotamiyaTV


efrin.net, 25.10.2004

Wuppertal – Siba 26.10.04 li katjimêr 20.00 bi dema navîna Ewropa helbestvanê kurd Hêmen Kurdaxî, yê ku berî demekê berhevoka xwe ya helbestan “Çêroka neynûkên şikestî” li Almaniyayê da bû weşandin, û berhema wî ya diwem ya bi navê “Siwarên rejiyê” di bin çabê de ye, dibe mêvanê bernameya Mezopotamiya TV “Ba û Ka”, ya ku helbestvanê hêja Ferîd Xan amade û pêşkêş dike.

Hêjayî gotinê ye ku roja Yekşemê li katjimêr 18.00 ev bername dê bête dubarekirin.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]