Leyla Zana xelata Sakharov wergirt
efrin.net, 14.10.2004
BRÛKSEL
– Parlamentera kurd ya berê, girtiya deh salan, Leyla Zana li Brukselê
xelata Sakharov wergirt. Zana li ser vexwendina Parlamentoya Ewropa hati
bû Belcîka da ku vê xelatê – ya ku hîn di sala 1995-ê de ji bo Leyla
Zana hati bû pêşkêşkirin, lê ji ber ku ew hîngê di zindanê de bû nikari
bû xelatê bistîne – di Parlamentoya Ewropa de werbigre.
Di rêwresma pêşkêşkirina xelatê de serokê Parlamentoya Ewropa rêzdar
Josep Borell Fontelles axaftineke piştgiriyê pêşkêş kir û bi kurdî ji
Zana re got “bi xêr hatî”. Pişt re jî xanim Zana bi kurdî û tirkî axifî
û bal kişande ser mafên gelê kurd û biratiya gelan. Zana di axaftina xwe
de ji Tirkiyê xwest ku lêborîneke giştî derxîne û destûra xwe ya
bingehîn li gora şert û mercên nû nûjen bike. Lê mixabin wê tu daxwazên
konkret ji Yekîtiya Ewropayê ne kir. Wê di axaftina xwe de tenê gotinên
mina biratiya gelan, demokrasî “aştiya civatê” bi kar anîn.
Parlamenterên Yekîtiya Ewropayê pirsa ka dê çawa meseleya Kurdan çareser
bibe ji Leyla Zana kirin. Lê wê bersiva xwe ne di sewiya dadmendî û
rewatiya mafên gelê kurd de got; wê tenê çera “naskirina nasnameya
Kurdan”. Lê wê got jî ku ewê ji bo çareserkirina pirsa kurdî her demê
xebatê bike û di xizmetê de be.
Li aliyekî din Komeleya Navnetewî bona Gelên Hereşekirî (GfbV) di
daxuyaniyeke çapemeniyê de, ku îro bi vê boneyê weşandi bû, çarenûsa
dora 3500 girtiyên siyasî yên kurd yên di girtîgehên Tirkiyê de bi bîr
anî û daxweza yekser serbestberdan hemû girtiyê kurd dike.
Daxuyaniyê (bi almanî) bixwîne >>>
|