DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ
RAPORA KOMÎSYONA EWROPÎ LI SER TIRKIYÊ Û MAFÊN KURDAN
Di 6.10.2004 de, Kommîsyona Ewropî raporek li ser Tirkiyê weşand û
ew pêşkêşî Konse û Parlementa Ewropî kir. Ev yek ji bo ku Konseya Ewropî
karibe di 14.12.2004-an de biryara xwe li ser destpêkirina giftûbêjan bi
Tirkiyê re, li ser endambûna wê ya Yekîtiya Ewropa, bistîne.
Bi giştî, ji me re xuya dibe ku ev rapor rewşa Tirkiyê baş dinirxîne û
pêşniyarên hêja ji bo çarekirina pirsan, derbasbûna maweyan û baldanên
(diqqet) ku divên bên kirin dike. Lê li ser pirsa kurdî ew xwe dikişîne
û ji peyivîna li ser bingeha pirsê direve. Ew dibêje ku “mafên çandî yên
Kurdan dest pê kiriye ku bên naskirin”, ango mafên fêrên arizî (xusûsî,
prîvê) yên kurdî û weşanên radyo û têlêvîzyonê.
Kesên ku li nûçeyên Kurdistana Tirkiyê baş guhdarî dikin dizanin ku ev
her du mafên ku li jor hatine gotin bitenê guherandinên piçûk ên
“kosmêtîk” in û ji bo razîkirina Yekîtiya Ewropî hatine kirin. Ev çend
fêrên arizî yên zimanê kurdî bitenê ji aliyê çend sed Kurdên gihayî
(adult, ne zarok) tên stendin, ji bo ku ew bi pere ne û divê ku ji
derveyî zemanê dibistanê bin. Eger em werin weşanên têlêvîzyonê bi
zimanê kurdî, ew bitenê di heftê de nîv katjmêr (saet) in û naveroka wan
gelek qels e : çend nûçe û çend stran.
Di zagona (qanûn) bingehî ya tirkî de hatiye nivîsîn ku hemî
rûniştevanên Tirkiyê Tirk in û ku perwerdekirina fermî (resmî) divê ku
bitenê bi zimanê tirkî be. Ango, Kurd ewê hergav weka Tirk bên hesab
kirin û zimanê wan ewê hergav li dibistan û zanîngehê qedexe be. Bitenê
dema ku zagona bingehî bi awakî vekirî naskirina zanava (nasname,
kimlik, hewiyye) û zimanê kurdî binivîse emê karibin li ser
guherandineke rast bipeyivin.
Eger em werin hin partiyên siyasî yên kurdî, ew lêgal in, lê bi awakî
fermî weka partiyên tirkî tên hesab kirin ! Li gora Tirkiyê, divê ku
navên wan tirkî bin û divê ku ew bi xelkê xwe re bi tirkî bipeyivin!
Bitenê dema ku Tirkiye bi rastî – di zagona bingehî û di pratîkê de –
mafên çandî û siyasî yên Kurdan bipejirîne (qebûl bike) ewê hêjayî
ketina Yekîtiya Ewropî be.
Bruksêl, 11.10.2004
Pervîn CEMÎL
Seroka BUROYA KURDÎ ya Pêwendî û Agahdariyê
|