Mesûd Barzanî:
Kerkûk hê jî dilê Kurdistanê ye
Emê ji bo Kerkûkê şerî bikin
efrin.net, 12.10.04
ENQERE,
KK, AFP – Di çarçewa gera xwe ya welatên derve de Serokê Partiya
Demokrat ya Kurdistanê kek Mesûd Barzanî, û piştî ku çû bû Almaniyayê û
li gel berpirsiyarên dewleta alman û sîyasetvanên cuda hevdîtin pêk anî
bûn, duh li ser vexwendina fermî (resmî) ya dewleta Tirkîyeyê ji bo
hevdîtinên ligel berpirsîyarên dewleta tirk çû Enqereyê. (Wêne: Mesûd
Barzanî)
Hîn li balafirgehê kek Mesûd Barzanî hevdîtineke kurt ligel serokwezîrê
Tirkîyeyê Recep Tayip Erdogan û wezîrê karûbarên derve Abdullah Gul pêk
anî. Piştî wê hevdîtinê, li ser pirseke rojnamevanan ya di warê Kerkûkê
de, Barzanî bi aşkereyî got ko Kerkûk hê jî dilê Kurdistanê ye.
Dêmek kurdistaniyeta Kerkûkê bi dem û cî ve ne girêdayî ye – ew li her
demê û li her derê dilê Kurdistanê ye.
Belê, serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Mesûd Barzanî dilê Tirkan
rehet ne kir û li Enqereyê her çi gava pirsa Kerkûkê jê dihat kirin, wî
digot nasnameya Kerkûkê kurdistaniyeta wê ye, Kerkûk bajarekî kurdî ye û
kurd dê ji bo Kerkûkê şerî bikin.
Mesûd Barzanî berî ku ji Enqereyê jî biçe li balafirxaneya Esenbogayê
bersiva rojnamevanan da û got ku ew fêm nake çima Tirk vê meseleyê ewqas
mezin dikin ji ber Kerkûk bajarekî Kurdistanê ye.
Medyaya tirkan kirin û ne kirin nikarîn gotineke wisa ji Mesûd Barzanî
wergirin, da ku ji wan re bibe buhane û ew bibêjin va ye Mesûd Barzanî
dest ji Kerkûkê berda yan jî ji gefûgurên Tirkan tirsiya û gav paş de
avêt. Li Esenbogayê dema ku Mesûd Barzanî got Kekûk bajarekê Iraqê ye û
nasnameya wî kurdistaniyeta wî bajarî ye medyaya Tirkan ev wekî
nermbûnekê hesibandin, lê belê her li Esenbogayê Mesûd Barzanî bo ajansa
AFP-ê got:
– Her kî be û her kîjan rejîm û sîstem be heger ew bixwaze di siyaseta
erebkirin yan zorlêkirina xelkê Kerkûkê de berdewamiyê bike, hingê emê
mafê xelkê Kerkûkê biparêzin û em amade ne ji bo xelkê Kerkûkê şerî
bikin.
Mesûd Barzanî got ew dê ne tenê mafê kurdan li Kerkûkê lê belê mafê hemî
grupên ku li Kerkûkê dijîn biparêzin.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan jî dibêje ew alîgirên wê yekê
ne ku problema Kerkûkê li gor qanûna bingehî ya demkî ya Iraqê bête
çareserkirin, û Tirkiye wekî prensîp ne li dijî referandumekê ye li
Kerkûkê.
Kurdan jî heta niho her heman tişt gotine û dibêjin bila Kurdên ji
Kerkûkê hatine derxistin vegerin ser malên xwe, ereb derkevin û bila
paşê referandumek çê bibe.
Ya rast ew e ku mirov bibêje problemeke mezin di navbera Kurdan û
hikûmeta AKP-ê de li ser meseleya Kerkûkê nîne ji ber hikûmeta AKP-ê
kurdistaniyeta Kerkûkê qebûl kiriye û Mesûd Barzanî jî dibêje hevdîtinên
wan û hikûmeta Tirkiyeyê erênî bûn, û ew fêm nake çima medyaya Tirkan
ewqas negatîv li meseleyê dinêre.
Mesaja Mesûd Barzanî li Tirkîyeyê zelal bû – Kerkûk bajarekî kurdan
e
Mesûd
Barzanî bi vê çûna xwe ya Tirkiyê û bi axaftinên xwe yên li Tirkîyeyê jî
nîşan da ku ew ne serokekî weha ye, ku li deverekê tiştekî bibêje û li
devereke din berevajîya wê bibêje. Mesûd Barzanî di axaftinên xwe de
mesajên xwe û hizrên xwe bi awayekî pir zelal dan xuyakirin û di warê
pirsa Kerkûkê de got:
– Fikrên min ên ji bo Kerkûkê zelal in. Min berê çi goti be, ez niha jî
wê fikrê diparêzim. Kerkûk bajarekî Kurdan e.
Mesûd Barzanî di hevdîtinên xwe yên li gel berpirsîyarên Tirkiyê yên
cuda de li ser gelek pirsan peyivî û fikrên Kurdan pêşkêşî wan kirin. Li
gora ragihandina berpirsiyarê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Sefîn
Dizeyî pirsên ku di hevdîtinan de hati bûn rojevê bêtir li ser daxwaza
Tirkiyê ya vekirina deriyekî duyem, çû-hatina balafiran bo Hewlêrê û
pirsa Kerkûkê bûn.
Li gora Dizeyî helwesta Kurdan ya li ser van pirsan weha bûn:
• Pirsa daxwaza Tirkîyeyê ya vekirina derîyê duyem: Li gora Kurdan
deriyê heyî deriyekî pir modern e û loma jî pêwîstî bi tu deriyên din
tune ye.
• Pirsa çûn-hatina balafiran: Kurd dixwazin ligel Tirkîyeyê pireyeke
ezmanî çê bikin. Kurdan ji bo vê yekê hewil da, lê heta niha jî tu
bersiv ne hatiye dayîn. Ewropa korîdora xwe ya ezmanî vekir, da balafir
biçin Kurdistanê û xwe li paytextê wê Hewlêrê binin. Ev tê wê wateyê ku
di navbera Hewlêr û Ewropayê de dê çû-hatina balafiran pêk bên û eger
Tirkiyê korîdora xwe ya ezmanî veneke, hingê alternatîfa Kurdan ew e ku
çû-hatina “Hewlêr-Ewropa” di ser Urdunê re bikin.
• Pirsa Kerkûkê: Li Kerkûkê qanûnên Iraqê çi bibêjin, ewê pêk bê. Xelkê
Kerkûkê yê berê dê vegere. Referandûm dê çê bibe. Piraniya xelkê wê derê
çi bixwaze, ewê bê kirin.
|