Sê sal zindan bo Mesûd Hamid
efrin.net, 11.10.2004
ŞAM
– Xwendekarê kurd Mesûd Hamid, yê ku sala didoyê kolêja ronamevaniyê
dixwend û di 24.07.2004-ê de li Zanîngeha Şamê hati bû girtin, ji aliyê
Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Bilind ve bo sê sal zindan hate
dadgehkirin. Dadgehê pêşî 5 sal li Hamid birî bûn, lê pişt re “sivik
kir” û hêşt sê sal. (Wêne: Mesûd Hamid)
Mesud Hamid jî, weke hemû Kurdên ku tên pêşiya vê dadgehê, bi "hewildana
perçekirina perçeyekî ji Sûriyê û girêdana wî bi welatekî biyanî ve" û
"endametiya rêxistineke qedexe" tawanbar kir.
Mesud Hamid di 24.07.2003-ê de li Zanîngeha Şamê hate girtin, piştî ku
wî wêneyên xwepêşandana zarokên kurd ya li pêşiya UNICEF-ê di malperên
Kurdan de belav kiri bûn. Tête zanîn ku Hamid di rojên dawî de, ji bo
protestokirina rewşa xwe ya di zindanê de, keti bû gireva birçîbûnê.
Weha xuya ye ku desthilata Sûriyê ya şoven dê zû zû dev ji siyaseta xwe
ya nijadperest û nemirovane bernede.
|