Bangewaziyeke Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd

Paşeroj ya azadî û mafên mirov û miletan e

efrin.net, 11.12.2004

Bi boneya Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê bangewazek ji raya giştî ya cîhanî re belav kir. Li Almaniya, weke ku hatiye ragihandin, ev bangewazî ji hemû partî, rêxistin û dezgehên têkildar re hatiye şandin. Herweha li gelek bajarên almanî jî ev bangewazî bi hezaran li raya giştî ya almanî hatiye belavkirin.

Di bangewaziya xwe de Partiya Yekîtî ya Demokrat balê dikşîne ser rewşa mafên mirovî û rewşa gelê kurd li Sûriyê û dibêje ku “Hîn Sûriyê weke dewlet ji yasaya partî, komele, rêxistin û çapemeniya azad bêpar e; hîn ji destlateke dadwerî ye serbixwe bêpar e. Bi kurtî, mirovê sûrî hîn ji naskirina mafên mirovî û azadiyên bingehîn dûr hatiye hêştin. Pir dûr. Em Kurd jî, bi kurtî, tevî ku em çawa bi kurdîtiya xwe wisa bi nasnama xwe ya sûrî şanaz û serbilind in, lê ne ji mafê me ye ku em bêjin: Em hene yan em kurd in, ji ber ku li gor destlata Sûriyê ya şoven û nijadperest li vî welatî – ku divê welatê Ereb, Kurd û hindikahiyên netewî yên din be – tenê Ereb hene; tenê erebîtî, erebîtî û hew…!

Li dawiya bangewazê jî Partiya navborî bang li hemû partî, rêxistin û dezgehên almanî dike, da ku “bi stûbariya xwe ya mirovane rabin û pest û zorê li desthilata Şamê bikin, li pênawî:
– nehêştina çewsandina netewî di dermafê mirov û miletê kurd de
– rêzgirtina azadiyên bingehîn û mafên mirovî
– naskirin û bicîkirina mafên netewî yên rewa bona gelê kurd li Sûriyê.


Em kêfxweş in ku herdu temnên bangewazê, ya bi kurdî jî, ya bi almanî jî ku gihane malpera efrin.net-ê jî pêşkêşî mêvanên efrin.net-ê bikin.

Bangewazî bi zimanê almanî >>>
Bangewazî bi zimanê kurdî >>>

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]