Xwepêşandana kurdan li Den Haaq-ê

 

5-ê Cotmehê xaleke reş e di eniya desthilata Sûriyê de

efrin.net, 30.09.2004

Bi boneya salvegera 5-ê Cotmehê, roja destpêkirina projeya “serjimatina awarte” ya nijadperest, ya ku di encamê de îro roj bi qasî 250 000 kurd li rojavayê Kurdistanê ji mafê nasname û hemwelatiya Sûriyê hatina bêparkirin, rêxistinên Ewropa yên Tevgera Siyasî ya Kurd li Sûriyê xwepêşandaneke aştiyane li dijî berdewamiya desthilata Sûriyê di siyaseta xwe ya şoven beramberî gelê kurd û binpêkirina seretayîtirîn mafên netewî yên rewa li dar dixin.

Xwepêşandêr dê di vê çalakiya xwe de ji hikûmeta holendî, ya ku nuha serokatiya Yekîtiya Ewropayê dike, bixweze ku ew pestê li desthilata Sûriyê bikin, da ku ew dest ji kiryar û projeyên xwe yên nijadperest beramberî gelê kurd berde. Nemaze jî projeyên weke “serjimartina awarte” û “kembera erebî”. Herweha ji bo serbestberdana hemû girtiyê siyasî û yên hizr û baweriyê.

Xwepêşandêr dê herweha ji hikûmeta holendî bixwezin ku ew doza kurdî têxîne rojeva Yekîtiya Ewropayê, da ku Yekîtiya Ewropayê jî çareserkirina doza kurdî weke merceke bingehîn ji lihevkirina bi Sûriyê re, ya ji bo ketina Hevpariya Ewropa, destnîşan bike.

Hêjayî gotinê ye ku rêxistinên amadekar dê memorandumekê fereh li ser rewşa gelê kurd li Sûriyê, siyaset û projeyên desthilata şoven û nijadperest û li ser daxwezên gelê kurd yên netewû û demokrat pêşkêşî Komîteye Karûbarên Derve ya Perlemana Holendî bikin.

Xwepêşandan dê roja 5-ê Cotmehê (Çiriya Pêşîn) li bajarê Den Haaq (Lahay) li dar keve. Ew dê li katjimêr 12.00 ji pêş stationa tirênê ya sereke bi rê keve û berê xwe bide perlemana holendî.

Hemû rêxistin, komele, dezgeh û kesayetiyên serbixwe vexwendiyê wê yekê ne, ku bi beşadarbûna xwe siyaseta şoven riswa bikin û dengê doza gelê kurd ya rewa û dadmend bilind û bilind bikin.

Navnîşana kombûnê: Den haaq Cs (Malieveld)
Dem: 05.10.2004
Kat: 12.00

Jibo têkilî û agahiyê:
0031 / 641974219
0031 / 653221247
0031 / 610173150

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]