Piştî PWD
PYD jî ji Kongra Gel cuda dibe
efrin.net, 23.08.2004
Li
gor nûçeyeke AVESTA serokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) rêzdar Kemal
Şahîn, ku ji bajarê Efrînê ye, ligel 17 endamên encûmena partiyê ji
Kongra Gel cuda bûn.
Ji aliyekî din ve malpera amude.com jî berî sê rojan (20.08.2004) li ser
navê “Komîteya Amadekar ya Kongra Partiya Yekîtiya Demokrat” daxuyaniyek
dabû weşandin. Di wê daxuyaniyê de PYD êrîşî Kongra-Gel dike û wê weke
rêxistineke "dûrî şaristaniya demokratane" bi nav dike. Lewre jî ew
endametiya xwe di Kongra-Gel de radiwestîne. Herweha ligor heman
daxuyaniyê PYD dê di hundir du mehan de kongreyeke awarte li dar xîne,
da ku li ser hin xalên girîn û stratêjiya pêşerojê bêne destnîşankirin.
Daxuyaniya navborî de PYD sedema birayra cudabûna xwe ji Kongra Gel bi
vî rengî eşkere dike: “Da ku em kiryarên destberdana (mosewemê) ji doza
gelê me li vî beşî rawestînin û bervedêriya ‘rêbaza serok Apo’ bikin.”
Herweha daxuyanî dide xuyakirin ku PYD li ser “berdewamkirin û
pêşxistina xebatê sûr e.” Li dawiya daxuyaniyê jî dîsan hatiye
aşkerekirin ku PYD dê berê xwe bide “çareserkirina pirsa kurd li Sûriyê
bi şêweyên demokrat”.
Hêjayî gotinê ye ku ev biryara ha, weke daxuyanî dide xuyakirin, di
civîneke awarte de, ku tê de piraniya endamên encûmena partiyê amade bû
bûn, hatiye wergirtin.

Weke tête zanîn berî demkê jî (2.-5. Tebaxê) 40 kadro û berpirsiyarên li
pêş di Kongra Gel de, di nav wan de Osman Ocalan jî, konferansek li dar
xisti bûn û cihêbûna xwe ji Kongra Gel anî bûn zimên. Wan jî biryar
wergirti bû ku ji wir û pê ve bi navê Partiya Welatparêz ya Demokrat
(PWD) xebata xwe berdewam bikin.
PWD jî rexneyan li Kongra Gel digire û weha dibêje: “Tevgera gelê kurd
ya azadiyê xwediyê mîrasekî 30 salên têkoşînê ye, wê di dîroka netewa
kurd de roleke dîrokî lîst… Çi mixabin PKK nikari bû derbasî merheleya
demokratîkbûnê bibe û çareyekê ji pirsgirêka kurd re bibîne... Îro
tevgera azadiyê xwe bi navê Kongra Gel bi nav kiriye, ji ber ku di nava
xwe de nikare demokratîkbûnê çê bike, ew li hember çareyên demokratîk jî
dibe kelem…
PWD, di daxuyaniya avakirinê de wiha dinivisîne: PWD di dema avakirinê
de ye, ewê di meha Îlonê de bi awayekî fermî bête avakirin.
PWD diyar dike ku ew xebata ji bo azadkirina Abdullah Ocalan karekî
mirovanedibîne û qîmetê dide ramanên wî, lê belê ew (PWD) siyaseta xwe
serbixwe dimeşîne.
PWD ji bo Tirkiyê demokrasiyê û çareseriyeke demokratî ji bo pirsa Kurdî
dixwaze. Herweha ew piştgirya hebûna Dewleta Kurd ya Federe li Başûrê
Kurdistanê dike û dibêje ku hebûna wê hêzeke ji bo çareserkirina
pirsgirêka kurdî û divê piştgiriya wê bête kirin. PWD bi hezên din yên
Kurdistanî re jî dixweye têkiliyên dostaniyê dîne.
Daxuyaniya PYD bi erebî >>>
Daxuyaniya Osman Ocalanî bi kurdî >>>
|