Li Kobaniyê xelatkirina şagirtên serkeftî
efrin.net, 22.08.2004
KOBANIYÊ – Roja 18.08.2004-an rêxistina Kobaniyê ya Partiya Yekîtî
ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, wek berdewamiya karekî salane ku ev çend
sal in li rojavayê Kurdistanê pêk tê, şahiyeke xelatkirinê li rojavayê
Kobaniyê, li ber çemê Ferêt, ji bo şagirtên polê 9-ê û 12-ê, yên ku di
xwendina xwe de ên serkeftî bûn, li dar xist.
Di şahiyê de gotina Partiya YEKÎTÎ ji beşdaran re hate xwendin, ya ku tê
de bi ferehî li ser girîngiya xwendinê hati bû rawestandin. Herweha şahî
bi movikên mûzîk û stranên hunermendê hêja Şevyar hate xweş- û geşkirin.
Li dawiya jî pêşbirkek ji şagirtan re hate çêkirn.
Şahî bi xelatkirina şagirtan bi dawî bû.
|