Heyateke Ewropî-Kanadî li Başûrê-rojava


efrin.net, 09.07.2004

Qamişlo – Heyateke hevbeş ji balyozxaneyên Almaniya, Nirwêj, Swêd û Kanada yên Şamê bi seredanekê hate Qamişlo, da ku li ser rewşa herêmên kurdî ya piştî Serhildana Avdarê û mercê jiyana xelkê kurd agahdar bibe.
Hêjayî gotinê ye ku heyata navborî hevdîtinek ligel hinde birpirsiyar û nûnerên partiyên kurd pêk anî. Berpisrsiyarên kurd jî bi ferehî li ser rewşa gelê kurd, zor û stema heyî û sedem û encamên Serhildanê ji heyata navborî re zelal û aşkere kirin.

Di daxuyaniyekê de ku gihaye efrin.net-ê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê dide xuyakirin ku heyata navborî hevdîtineke dukatane ligel sekreterê wê rêzdar Xeyredîn Mûrad jî pêk anî. Di daxuyaniyê de PÇKS dibêje ku hevdîtina navborî li ser “rewşa herêmên kurdî ya piştî bûyerên xwînî yên vê dawiyê û serhildana kurdî, ya ku di encamê de li hemû bajar û bajarokên herêmên kurdî û û deverên ku kurd lê hene rû dayî” bû. Herweha li ser “rewşa girtiyên kurd û kesên bê nasname û rewşa gelê kurd” hate axaftin. Daxuyanî li dawiyê dibêje ku “ev yeka nîşaneke erênî ye, bo giringîdaneke navnetewî bi rewşa gelê kurd û doza wî ya netewî û demokrat”.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]