Yekitiya Nivîskarên Kurd – beşe Dihokê
konfiransa xwe ya çarê li dar dixe

efrin.net, 06.074.2004

Hesen Silîvanî- Duhok

Di bin duruşmeya “ramana azad demokrasiyê xurt dike” de dê yekîtiya nivîskarên kurd beşê Duhokê konfiransa xwe ya çaremîn di hotela “Jiyan”de li katjimêr 10.00-ê sibeha 08.07.2004-an bi rêberiya Nêçîrvan Ehmed, parêzerê Duhokê li dar xîne.
Li gora 150 endamî dê di konfirans de beşdar bibin. Rûniştina pêşî dê ji bo bi xêrhatina mêvan û xwendina serokê niha “Hesen Silîvanî” û gotina parêzer be. Herwisa dê nameyên ku ji bo konfiransê hatine bêne xwendin. Hunermend Ezedîn Temo bi biziqa xwe dê hin stranan ji helbestên Cezîrî û Xanî pêşkêş bike. Herwisa dê pêşengeheke taybet ji kovara Yekîtiyê “Peyv” re û pirtûkên ku bi piştgiriya Yekîtiyê çap bûne, ku ta niha hejmara wan gihiştiye 55 pirtûkî, li dar keve ku bi gelek şêweyên wêjeyîne, hêjayî gotinê ye ku dê hemû weşanên Yekîtiyê bêne raxistin.

Rûniştina duyemîn dê tenê ji bo endaman be, ji bo xwendin û giftûgokirina raporên çandî û aborî û pêşkêşkirina pêkanînên tevayî ji sê salên borî re, û bi awayekî demokrat dê gift û go li ser awayê karê komîta birêvebir bête kirin. Hêjayî gotinê ye ku Yekîtiyê karî bû pirên çandî di navbera Kurdistanê û Iraqê û perçeyên din ji Kurdistanê de deyne û karî bû bi hin serdanên çandî yên pêwist ji bo hin bajarên Kurdistana Sûriyê, Îranê û Tirkyayê rabe. Her wisa wê karî bû hin nivîskarên kurd ji perçeyên Kurdistanê li ba xwe bike mêvan, da ku di mehrecanên çandî de beşdar bibin.

Rûniştina danê êvarî, ku dê di gulşenên xweşik yên Yekîtiyê de li dar keve, dê bi taybetî ji bo hilbijartina komîta birêvebir be, bi amedebûna qaziyekî ji dadgeha Duhokê û nûnerekî ji parêzge yê karûbarê hundirîn. Li gor rêdanê 18 nivîskaran xwe dane pêş ji bo hilbijartina komîta birêvebir.

Komîta birêvebir a Yekîtiyê jimareke ji nivîskar û afirandêran li welêt vexwendiye, da ku li konfirans amade bibin. Wek wezîrê çandê hêja Mehmûd Mihemed, yê ku berî çend rojan li Erbîlê ji kuştineke terorî azad der ket, her wisa serokên beşên Yekîtiyê li Erbîl, Kerkûk û Silêmaniyê jî hatine vexwendin.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]