Neteweyên Yekbûyî federalîzma Iraqê û Kurdistanê diçespîne
efrin.net, 08.06.2004
NEW YORK – Neteweyên Yekbûyî li gor versiyona herî dawiyê ya pêşniyara
emerîkî û ingilîzan, ya ku fransî, elmanî û rûsan jî pejirandiye,
destnîşan dike ku Iraq dê welatekî serbixwe be û sîstema Iraqê jî dê
federal, demokratîk, pluralîst û yekgirtî be û tê de dê bi temamî rêz ji
mafên mirovî re hebe.
Di hersê versiyonên berê yên pêşniyara emerîkî û ingilîzan de behsa
yekîtî û serxwebûna Iraqê dihat kirin, lê belê behsa sîstema dewleta
federal ya Iraqê ne dihat kirin. Loma jî Kurdan bi hemû hêza xwe
nerazîbûna xwe ji vê yekê anîn zimên. Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan
Barzanî jî di hevpeyvînekê de berî du rojan got divêt biryara nû ya
Neteweyên Yekbûyî behsa sîstema federal û qanûna bingehî ya demkî bike
yan ne yekîtiya axa Iraqê dê bikeve talûkê de û kurd dê ji Iraqê
veqetin. Wî got: “Eger statûya Başûrê Kurdistanê di pêşnûmayê de neyê
naskirin û binavkirin, ewê ji hikûmeta Iraqê veqetin.” Herweha wî da
xuyakirin ku di vê yekê de “em henekan nakin, em li ser ya xwe cidî ne û
ev mafê miletê me ye”.
Herweha Serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê kek Mesûd Barzanî,
sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê mam Celal Talebanî
yekê Hezîranê di nameyekê de bo serokê Emerîkayê George Bushî nerazîbûna
xwe diyar kirin û gotin heger Neteweyên Yekbûyî Iraqê li gor qanûna
bingehî ya demkî qebûl neke, hingê kurd dê xwe ji hikûmeta federal ya
navendî bikişînin.
Rêberê ruhanî yê şîiyan ayetullah Elî Sîstanî jî berî du rojan got heger
Neteweyên Yekbûyî behsa qanûna bingehî ya demkî û sîstema federal ya
Iraqê bike, hingê ew piştgiriya wê biryara Encûmena Ewlekariyê ya
Neteweyên Yekbûyî nake.
Wisa diyar e ku vê carê jî xeta ku kurd diparêzin bi ser dikeve û
Neteweyên Yekbûyî Iraqê wekî dewleteka federal nas dike. Piştî vê
naskirina navneteweyî êdî kurd jî wekî miletekî cihanê yî naskirî
derdikevin ser qada dîplomasiya navneteweyî û dê ji niho û pê ve cih li
Tirkiye, Sûriye û Îranê jî teng bibe.
Di pêşniyara nû de ko Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dê li ser
biryarê bide bi ingilîzî wiha hatiye nivîsandin: Welcoming the
commitment of the Interim Government of Iraq to work towards a federal,
democratic, pluralist and unified Iraq, in which there is full respect
for political and human rights.
|