Polîsên tirk êrîşî Ajansa Nûçeyan ya Dicleyê kirin
efrin.net, 08.06.2004
STENBOL – Îroj berî nîvro polîsên tirk êrîşî Navenda Ajansa Nûçeyan
a Dicleyê (DÎHA) û 19 karmendên wê, di nav wan de jî berpirsê beşê kurdî
Davud Özalp, desteser kirin. Di navenda ajansê ya li Şîşliyê de
lêgerînek berfireh hate kirin. Polîsan ne hişt ku xebatkar agahiyê bidin
derve. Wan telefonên hemû rojnamegeran desteserkirin û kesên ku
nerazîbûn nîşan dan ji polîsan lêdan xwar. Gelek rojnamegerên ku xwestin
bikevin hundir û bûyerê bişobînin hatin astengkirin û derî li ser wan
hate girtin.
|