TRT roja 9-ê Pûşperê yekem bernameya kurdî diweşîne

efrin.net, 05.06.2004
ENQERE (ROJEV) – Di encama têkoşîna gelê kurd a bi gelek bedelên
giran hate dayîn de, dewleta tirk hate vê astê ku di televîzyona xwe ya
fermî de weşana bi kurdî bike. Rêvebirê Giştî yê TRT-ê Şenol Demîroz
diyar kir ku TRT dê roja 7-ê Pûşperê dest bi weşana bi zimanên zikmakî
bike. TRT dê roja 7-ê Pûşperê pêşî bi zimanê boşnakî dest bi weşanê
bike. Yekem weşana bi zimanê kurdî jî roja -ê Pûşperê ye.
Têkoşîna gelê kurd a azadiyê her roj berhemeke xwe dide. Ligel hemû
hewldanên hêzên ku Kurdan înkar dikin, Tirkiye mecbûr ma ku gelê kurd
nas bike û çand û hunera wî qebûl bike. Ji gavên ku hatin avêtin yek jî
weşana bi zimanê zikmakî ye. Her çiqas rêveberên TRT-ê navên Kurdan
hilnadin ser zimanên xwe jî û li dewsa bêjin "kurdî" dibêjin "kirmancça"
û "zazakî" jî ev gav ji bo gelê kurd gavek dîrokî ye.
Di dîroka komara Tirkiyeyê de dê cara yekem di televîzyona dewleta tirk
de bi zimanê kurdî bername bê weşandin. Gava ku TRT davêje gaveke pir
biçûk e. Li aliyê din hîn nayê diyarkirin ku ka dê naveroka bernameyan
çawa be. Lê ligel her tiştî, bi zimanê kurdî bername weşandina TRT-ê
gaveke girîng û dîrokî ye. TRT dê bi saya têkoşîna gelê kurd bi zimanên
kêmenetewên din jî weşanê bike. Li gor daxuyaniya Demîroz, TRT dê rojên
yekşeman bi boşnakî, sêşeman bi erebî, çarşeman bi kurmancî, pêncşeman
bi çerkezî û roja înê jî bi zazakî weşana xwe bike. Dema weşanê 45 deqe
be. Demîroz diyar kir ku di bernameyan de dê nûçeyên navxweyî û
navneteweyî û sporê, belgefîlmên cûr bi cûr, magazîn û muzîk bên dayîn.
Weşan dê her roj saet di 10.30 de bê kirin. Li gorî daxuyaniya Demîroz
weşan dê di TRT-3 û Radyo-1 ê de bê kirin.
Belê ev gava li gelê kurd pîroz be...
|