Simaîl Emo: Me ji rejîmê destûr ne stendiye ku em bi biryara wê
xebata xwe rawestînin
efrin.net,
05.06.2004
Piştî ku gelê kurd li rojavayê Kurdistanê bi berxwedan, xweragirî û
serhildana xwe ya Avdarê ji dostan re jî, ji dijminan re jî baş xuya kir
ku doza wî ya netewî û demokrat nikare bincil bimîne û bi paş guhan de
bête avêtin, desthilata Şamê ya şoven û nijadperest kete rewşeke weha ku
êdî serê xwe ji ling^1en xwe nake der – geh li ser zimanê serokomarî
radigihîne ku “netewa kurd beşeke bingehîn ji tevna civakî û dîroka
Sûriyê ye”, geh jî gefan li gelê kurd û tevgera wî dixwe û ji wan
dixweze ku dev ji kar û xebata xwe ya siyasî berdin. (Wêne: Simaîl Emo)
Rêjîma Sûriyê, ya ku bi siyaseta xwe ya stem û zordariyê nikarî tevgera
kurd têk bibe, dest bi planine nuh kiriye – wê rêjîmê biryara
rawestandina xebata partiyên kurdî ya partiyetî û siyasî standiye. Bi vê
yekê jî ew dixwaze me bi wê yekê agahdar bike ku êdî karê siyasî û
endametiya di partiyeke kurdî de dê bi kêmanî du sal zindan bi xwe re
bîne. Ev helbet hewildaneke din e, ji bo pûçkirin û çavtirsandina tevger
û gelê me ye, ev gelê ku baş da xuyanî kirin ku ew ji bo bidestxistina
maf û azadiyên xwe amade ye hertiştekî bike qurban.
Sebaretî vê biryara rejîma Be’s ya li dijî Kurdan û tevgera wan Rêzdar
Rêzdar Simeîl Emo, serokê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê,
li ser pirsa malpera Kerkuk Kurdistan e ragihand û got ku ev biryar ne
tiştekî nuh e û rejîmê bi vê yekê xwastiye bîne bîra Kurdan ku xebatên
wan ji kevin de qedexe ne.
Simaîl Emo got: “Rejîmê ji Kurdan re gotiye ku me heta niha çavên xwe
digirtin, lê divê hûn xebatên xwe rawestînin.”
Li ser pirsa Kerkuk-Kurdistanê ya “ji bo çi niha tîne bîra Kurdan” jî
weha got:
– Ev pirs hêjayî lêhizrînê ye. Li gora baweriya me, ji ber ku xebata
Kurdan pêş ketiye û hêviyên wan mezintir bûne, rejîmê dest bi palneke bi
vî rengî kiriye.
Rêydar Simaîl Emo diyar kir ku rejîma Be’s dixwaze heyfa şikandina
şovenîzma ereb û guhartinên li Îraqê çê dibin ji Kurdên rojava hilîne.
Serokê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê anî zimên ku beriya
çendakî Serokkomarê Sûrîyeyê Beşar el-Esad hebûna Kurdan qebûl kiri bû û
got:
– Madem miletek heye, hingê divê mafên wî miletî jî hebin, temsîla wî
miletî jî hebe. Rêjîm ji aliyekî ji devê serokkomarê xwe Kurdan qebûl
dike û ji aliyê din ve jî bi vê biryara li dijî Kurdan jî biryara serokê
xwe beravêtî dike.
Rêzdar Emo di berdewama axaftina xwe de xuya kir ku rêjîm bi vê biryara
xwe dê nikari be xebata gelê kurd rawestîne. Belkî ji bo derxistina hin
astengan bi ser kevin, lê ji bo rawestandinê, ewê qet bi ser ne kevin.
Serokê Yekîtiyê bi taybetî diyar kir ku rêxistinên kurd ên siyasî ji
berê de fermî ne hatine qebûlkirin û weha got:
– Em berê jî bêdestûr dixebitîn. Ji bo xebatên xwe me tu caran destûr
ji rêjîmê ne standiye. A niha ji me dixwazin ku em xebatên xwe
rawestînin. Me berê destûr ji rêjîmê ne standiye ku em bi biryara wê
rawestînin.
Mamoste Simaîl Emo di dawiya axavtina xwe de jî got:
– Partiyên kurd dê di nêzîk de ji bo nirxandina vê rewşê û
peydakirina helwesteke hevbeş ya li dijî vê biryarê li hevdu bicivin.
Hêviya me ew e ku emê li ser çarçoveyeke ku kari be bibe bingehê
programeke hevbeş li hevdu bikin. Ji ber ku xwedîderketina li doza vî
miletî, yekîtiya vî miletî ye.
|