Rêjîma Sûriyê, bê fedî, ji Kurdan dixweze ku ew dest ji siyasetê berdin


efrin.net, 02.06.2004

Qamişlo – Roja 31.05.2004 “Şaxa Felestînê”, ya ku yek ji kirêtirîn dezgehên ewlekeriyê li Sûriyê ye, hin siyasetvanên kurd vexwendin û ew bi biryara serkirdayetiya niştîmanî ya Partiya Be’s agahdar kirin, ku divê ew dest ji kar û xebata xwe ya siyasî berdin.

Li gor tiştên ku gihane me dezgeha navborî rêzdar Ezîz Dawod (PDPKS), Tahêr Sifok (PNKS), Fûad Elîko (PYKS) û Salêh Gedo (PDPKS) vexwendi bûn, da ku ji wan bixwezin ku ew dest ji kar û xebata xwe ya siyasî berdin. Herweha wan doz li partiyên kurdî kir ku biçin Wezareta Karûbarên Civakî û li wê derê doza xwetûmarkirinê bikin. Weke tête zanîn, Wezareta Karûbarên Civakî tenê berpirsyarê komeleyan e, ne ya partiyan. Li Sûriyê hîne jî tu yasayê damezrandina partiyan nîne, ji ber wê jî hemû partiyên heyî, di nav wan de Partiya Be’s bi xwe jî, bê destûr û rêdan in.

Li gor tiştê ku hatiye gotin dê di rojên bê de ev daxwez ji partiyên din jî bête kirin. Weha diyar e ku serokatiya Partiya Be’s biryara rawestandina xebata partiyên kurdî ya partiyetî û siyasî standiye. Ango ew dixweze me bi wê yekê agahdar bike ku êdî karê siyasî û endametiya di partiyeke kurdî dê bi kêmanî du sal zindan bi xwe re bîne.

Ev helbet hewildaneke din e, ji bo pûçkirin û çavtirsandina tevger û gelê me ye, ev gelê ku baş da xuyanî kirin ku ew ji bo bidestxistina maf û azadiyên xwe amade ye hertiştekî bike qurban.

Partiyên kurd eşkere kirin ku ew dê xebata xwe ya siyasî berdewam bikin. Lew bervedêriya mafên me yên rewa û dadmend, di dewleteke bê zagon de, ne hewceyê rêdan û destûran e.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]