Hevpeyvîna kurdî-erebî li Parîsê
efrin.net, 28.05.2004
Di çarçewa çalakiyên ku ev demek e ji bona rêdûzkirina li pêş
hevpeyvîneke kurdî-erebî ye giştî, duh li Parîs-ê civateke hevpeyvîna
kurdî-erebî ji aliyê komîta hevpeyvîna erebî-kurdî hate lidarxistin. Di
civînê de gelek kes, hêz û siyasetmedarên kurd û ereb yên sûrî beşadr
bûne. Di nav wan de hin siyasetmedarên ku ji Sûriyê hatine.
Civîn dê du roja berdewam bike (28. û 29.05.2004) û pir kes dê bîr û
baweriyên xwe tê de pêşkêş bikin. Hêjayî gotinê ye ku ji bilî kesayetî û
rêxistinên Ewropa yên partiyên kurd dê ji ji welêt jî sê kesayetiyên
kurd beşdar bibin, ku ew jî ev in: Azad Elî, Îbrahîm el-Yûsif û Meşel
Temo. Weke tête zanîn dê siyastmedarê ereb jî beşdarî vê civînê bû ba,
lê mixabin rê li pêş derketina wî ji Sûriyê hate girtin û pasporta wî ji
aliyê hêzên ewlekeriya desthilatê li balafirgeha Şamê jê hate standin.
Tiştê hêja ew ku rêxistinê Ewropa yên partiyên kurd li Sûriyê dê bi
gotineke hevbeş beşdarî civînê bibin. Em li vir gotina partiyên kurd, ya
ku hevalê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê pêşkêş kirî, dixin
nav destên we.
Gotina partiyên kurd bi erebî bixwîne >>>
|