Li Bonn, Zürich, Göteborg û Kopenhagen-ê konsêrtên piştgiriyê
efrin.net, 10.05.2004
Ji rûreşkirina plan û êrîşên hov û dirinde yên li dijî gelê me li
Başûr rojavayê Kurdistanê û bona piştgirî û alîkariya berxwedan û
lixwexwedîderketina gelê me revenda kurd li Ewropa bi dehan çalakî û
xwepêşandan li dar xistin. Di vê çarçeweyê de jî gelek konsêrt ji bo
alîkariya qurbanên berxwedanê (Berxwedana Avdara Rojava) hatin
lidarxistin, û hîne jî berdewam in.
Roja 14.05.2004-an
li Göteborg-ê / Swêd hunermendên kurd (Ciwan Haco,
Beytocan û Xweşnav) konsêrta xwe ya piştgiriya serhildana Başûr-rojavayê
Kurdistanê li dar dixin. Hêjayî gotinê ye ku di vê konsêrtê de rêzdar
Kerîmo (şano) û Ehmed Huseynî (helbest) beşdar dibin.
Roja 15.05.2004-an Şivan Perwer
li bajarê Bonn-ê / Almaniya konsêrteke alîkariyê li dar
dixe. Ji bilî Şivan Perwer Ebas Ehmed, Evîna Welat û Fatê dê di konsêrtê
de beşdar bibin.
Herweha di heman rojê de kurdên
Kopenhagen-ê / Danîmark
konsêrtekê bi heman mebestê li dar dixin. Konsêrta Kopenhagen-ê dê
ji aliyê Ciwan Haco, Xweşnav, Şêrîn, Mesûd Muhemedî, Gropa Aheng, Xalêd
Sofî û Koma Nûhilat de tête şênkirin.
Li
Zürich-ê / Swêsra jî roja 23.05.2004-an hunermendên kurd
(Evîna Welat, Saîd Gabarî, Sîpan, Zoro Yûsif û Zubêr Salih) bi heman
armancê konsêrteke hevbeş li dar dixin.
Di 19., 21., 23. û 25-ê vê heyvê de jî Ciwan Haco û Xêro Ebas çar
konsêrtan li Emerîka li dar dixin.
|