Li Yonanistanê konsêrteke piştgiriyê
efrin.net, 08.05.2004
ATÎNA – Di çarçewa çalakiyên piştgiriya berxwedana gelê kurd li
Başûr-rojavyê Kurdistanê û protestokirina êrîşên desthilata Sûriyê yên
hov û tund sibede li Yonanistanê ji aliyê hêzên sîyasî yên kurd li
Yonanistanê konsêrtekê li dar dixin. Konsêrt ji aliyê hunermend Şivan
Perwer û Evîna Welat tête şênkirin.
Konsêrt li katjimêr 18.30 li şanoya "Teatro Petras" li devera Petrûpolis
li dar dikeve.
|