Bangek bona damezrandina saziyeke rewşenbîrên kurd


efrin.net, 03.05.2004

12-ê Adarê – Insiyatîva Rewşenbîrên Kurd (Sûrî), ya ku berî çend rojan di rojên 23., 24. û 25-ê meha borî de, ji aliyê komek rewşenbîrên kurd (nivîskar, helbestvan, rojnamevan, şêwekar û şanoger) ên ji Başûrê-rojavayê Kurdistanê, li bajarê Sandvîkin li Swêdê motika damezrandina wê di komcivînekê de hati bû danîn, îro di bangê de bang li hemû reşenbîr û dahêner û şêwekarên kurd ên li derveyî welêt dike, da ku ew li hemberî tund û dijwariyên vê qonaxê hem bi cegerdarîrawestin û hem jî dengê xwe ji boyî parastina gelê xwe bilind bikin. Hwerweha ji bo ku ew “erkên xwe yên netewî bi kar bînin û di vê dema hestdar û tirsnak de milet û welatê xwe bi tenê nehêlin”.

Weke tête zanîn di komcivîna bajarê Sandvîkin komîteyek ji 7 kesan hate hilbijartin, da ku ew dişeş mehên bê de kongreya sazkirina rêxistina rewşenbîran amade bike û têkiliyan di vî warî ligel rewşenbîran li seranserî cîhanê pêk bîne. Di encamê de divê kongireke damezrandinê bête lidarxistin û saziyeke rewşenbîrên kurd yên ji Başûr-rojavayê Kurdistanê bête avakirin.

Di vî warî îro 12-ê Adarê – Insiyatîva Rewşenbîrên Kurd (Sûrî) di banga xwe bangî hemû rewşenbîrên kurd ên li derveyî welêt dike da ku ew “bi lezgînî dest bi bizavê bikin – berî ku wext derbas bibe – û beşdarî avakirina vê niyaz û xewnê bibin”.

Bangê bixwîne >>>
Daxuyaniya damezrandina inîsyatîvê bixwîne >>>

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]