Beşar el-Esed:
netewa kurd neteweyeke bingehîn ji civaka Sûriyê ye


efrin.net, 02.05.2004

Di hevpeyvîneke televisiyonî ye dirêj de, ku rêzdar Xesan Bin Cido ligel serokomarê Sûriyê dr. Beşar el-Esed re çê kiri bû û di televisiona el-Jezeera de roja 01.05.2004-an hati bû weşandin, serokomarê Sûriyê ragihand ku “netewa kurd neteweyeke bingehîn ji civaka Sûriyê ye”. Herweha wî ragihand ku “ew Kurdên ku ji hemwelatiya Sûriyê hatine bêparkirin welatiyên Sûriyê ne û kêşeya wan jî li ser riya çareserkirinê ye”.

Li ser bûyerên Adarê jî serokomarê Sûriyê ragihand ku “lêkolînên ku heta nuha hatine kirin tu destêwerdaneke derveyî di bûyerên Qamişlo de nadin xuyakirin”. Bi vê yekê jî dr. Beşar el-Esed li tersî ragihandinên wan kesan derdikeve – çi yên di desthilatê de, çi yên di “rikdariyê” de – yên ku digotin “ev komployeke derveyî ye” û bi destên hêzine derveyî hatiye livandin.

Tiştê balkêş ew e ku televisiyona sûrî ev hevdîtina dubare weşand, lê tiştê ku girêdayî Kurdan e di wê qaşo-dubarekirinê de tuna bû!!! Tevî wê jî televisiyonê ragihand ku ev hevdîtin bi temamî hatiye weşandin. Gelo ma kanala el-Jezeera di mala kîjan welatiyê Sûriyê de nîne? Ma heta kengî wê şovenîstên Sûriyê serê xwe di qûmê de bigevisînin? Ma wê heta kengî xwe ji xelkê xwe re jî, ji cîhanê re jî bikin qeşmer û pêkenok?

Ev ragihandinên weha helbet di siyaseta Sûriyê de ne tenê tiştekî nû ye, lê pir û pir balkêş û girîng in. Lewre ku ew ji devê serokê dewletekê ne, ku destûra wê ji ereb û erebîtiyê pê ve tu tiştekî din li welêt ne nas nakin, ne jî dibînin. Ji aliyekî din ve ew ji devê emîndarê giştî ya partiya Be’s ya panarabist, ya ku hebûna tu neteweyên din ne tenê li Sûriyê lê li tevaya “niştîmana ereb” napejirîne. Heya nuha desthilat û partiya ku dr. Beşar el-Esed, xwediyê gotinê jorîn, serokatiya wan dike hebûna Kurdan li Sûriyê nepejirandî û heta ji destê wan hatî dane xwe ku bi hemû awayên hov û tund siyaseta xwe ya şoven û nijadperest li dijî gelê kurd berdewam bikin û hebûna Kurdan, ku neteweya didoyê li Sûriyê ye, bincil bikin û wan di çarçewa erebkirinê de bipişêfin. Lê tevî hemû kiryarên wan yên hov, tund û dirinde gelê kurd hebûna xwe bi mêranî parast û ji dijminan re jî, ji dostan re jî da çespandin ku bê çareserkirina pirsa wî ya netewî tu aramî û hêmenî ne li Sûriyê û ne li herêmê pêk nayê. Xwedîlixwederketina Avdarê jî nimûneya herî berz û beloq e.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]