Desthilata şoven di hovîtiya xwe de berdeam e

efrin.net, 21.04.2004

KOBANÎ – Hêzên ewlekeariya rêjîma Sûriyê di hôvîtî û çavsoriya xwe de berdewam in, herweha ew konevaniya xwe ya nijadperest û şoven de, ya li dijî gelê kurd, bi hemû awayan ber ve tûjbûnê dajo. Li gor agahiyên ku gihane me desthilata Şamê ya şoven bi her awayî dide xwe ku dengê gelê me yê kurd, yê ku bi mêranî û bi şêweyekî aştiyane li ber xwe dide, tune bike û wî çavtirsandî bike.
Kîna vê desthilatê hîn bi şehîd- birîndarkirin û girtina ewqas kesên bêguneh hîne ko ne bûye. Vêca wê dest bi girtina şagirtên dibistanê jî kir. Wê li bajarê Kobaniyê çend şagirtên kurd yên bêguneh girtin.

Şagirtên ku li Kobaniyê hatine girtin ev in:
1. Beyan Husên kurê Nezmî
2. Ebdilselam Şêxo kurê Eta
3. Mihemed Mihemed
4. Qasim Ebidela
5. Şiyar Hemo kurê Mehmûd
6. Welat Elî

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]