Kurd û damezrandina dewleta Sûriyê
efrin.net, 12.04.2004
PARÎS
– Rêzdar Xalid Welî Îsa bi navê “Kurd û damezrandina dewleta Sûriyê” li
parîsê pirtûkeke bi zimanê erebî daye belavkirin.
Ev pirtûk, ya ku mêjûya gelê kurd li Sûriyê dide xuyakirin, ji 220
rûpelan hevedudan e. Naveroka wê jî bi tevahî, wek di sernavê wê re jî
diyar e, li ser mêjûya gelê kurd li Sûriyeyê û damezirandina dewleta
Sûriyê ye.
Hêjayê gotinê ye ku hemû pereyên ku ji firotina vê pirtûkê bên komkirin
dê ji bo alîkariya gelê kurd re bêne terxandin.
Ji bo beşdarîbûna di firotina vê pîrtûkê de hûn dikarin têkiliyê bi
rêzdar Salim Hesen re deynin. Hejmara telefona wî li Parîsê ev e: 06 13
34 96 10
|