Claudia Roth ligel balyozê Sûriyê hevdîtinek pêk anî


efrin.net, 26.03.2004

BERLÎN – Duh xanim Claudia Roth, endama Perlemana almanî û berpirsiyara komîteya mafên mirovan û alîkariya mirovane di hikûmeta Almaniya de, ligel balyozê Sûriyeyê li Almaniya, rêzdar Mihemed Welîd Hezbor hevdîtinek pêk anî. Xanim Roth banga xwe ya bi lez, ya ku roja 17-ê Adarê anî bû zimên, sebaretî bi temamî zelalkirina rewşa kuştina gelek Kurdan roja 12.03.2004-an li Qamişlo çespand û burha xwe li ser da. Herweha wê balkişand ser neyeksaniya Kurdan ya yasayî li Sûriyê.

Xanim Roth kêfxweşiya ji bo serbestkirina du hemwelatiyên kurd li vê dawiyê anî zimên û bal kişand ser çarenûsa Fehîm û Comerd Yûsif; Husên, Hesen û Ekrem Mûrad û Kadar û Sîrac Newaf Mincê, yên ku roja 09.03.2004-an hati bû girtin. Herweha wê tikaya serbestberdana wan ya yekser kir.
Herweha xanim Roth baweriya weha anî zimên, ku dewleta yasayê û demokrasî di rajeya Sûriyê de ye.

Li dawiyê xanim Roth hêviya xwe ji bo wê yekê anî zimên, ku di demeke nêzîk de bona bi xwe berçavkirina rewşa mafên mirovî li Sûriyê kari be seriyekî li Sûriyê bide.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]