Rojnamevan Mihemed Xanêm jî bû armanca hêzên “ewlekariya” leşkerî



efrin.net, 23.04.2004

Reqa – Li gor agahiyên ku gihane me îro (23.03.2004) di dema ku nivîskar û rojnamevanê sûrî Mihemed Xanêm ji karê xwe vedigerî mal pêrgî hêzeke ewlekeriya leşkerî hat, ya ku nêzîk mala wî li benda hatina wî bûn, hat. Ewlekeriya leşkerî rêzdar Xanêm girtin û serdest kirin.

Weke tête zanîn rêzdar Xanêm bi helwestên xwe yên welatperwer û bi piştgiriya xwe ji gelê kurd re naskirî ye. Ew hertim ji bo xalên jêrîn dida xwe:
– Serweriya yasayê
– Dewleteke Demokrat
– Rûreşkirina dizîna arziya giştî
– Rûreşkirina qirkirina Kurdan
– Piştgirtina kesên çewsandîWeha xuya ye ku desthilata şoven yeke xwe ji yekê hilnîne û di çavsoriya xwe de berdewam e.

Hêjayê gotinê ye ku rêzdar Mihemed Xanêm roja 21.03.2004-an gotareke hêja bi boneya bûyerên Adara Rojava û Newroza pîroz nivîsî bû. Tê de helwestên xwe baş anî bûn zimên.

Nivîsarê bixwîne >>>

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]