Berxwedan û piştgirî berdewam in

efrin.net, 20.03.2004

Li gor agahiyên ku gihane me îro li katjimêr 14.00 li dora 6000 kurdistaniyên ji her çar perçên Kurdistanê li Stokholmê beşdarî xwepêşandaneke bona piştgiriya serhildana gelê kurd li Kurdistana Rojava û bona rûreşkirin û şermezarkirina terora desthilata Sûriyê bûne.

Li gor heman agahiyan çar partiyên swedî jî di xwepêşandanê de beşdar in:
– Partiya Çep
– Partiya Gel
– Partiya Keskan
– Partiya Sosyalîst a Demokrat.

Xwepêşandan bi dirûşmeyên wek “Kurdistan yek perçe ye, Qamişlo Helebçe ye”, “Bijî Kurdistan” û “Şehîd namirin” ber bi balyozxaneya Sûriyê ve çû.

Hêjayê gotinê ye ku her çar partiyên swedî, yên ku di vê xwepêşandanê de beşdar bûne, soz dane Kurdan ku doza wan bighînin perlemana Swedê.

Weke tête zanîn wezîra karûbarê derve ya Swêdê jî ji bo “ewlekirina mafên hemû komên nijadî li Sûriyê, di nav wan de kurd jî” bang li hikûmeta Sûriyê kiri bû.

Ji aliyekî din ve Îro Kurdan li bajarên almanî Mücnchen, Vechta, Wuppertal û Konstans-ê jî bi heman mebestê xwepêşandan li dar xistine.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]