Gelê me ji ya xwe namîne

efrin.net, 20.03.2004

HELEB – Îro li katjimêr 19.00 li bajarê Helebê Kurdan li taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsod xwepêşandaneke aştiyane li dar xistin. Di xwepêşandanê de dirûşmeyên weke “şehîd namirin” û “bijî Kurdistan” hatin hildan.

Weke tête zanîn Îro şeva Newrozê ye – cejna berxwedan, xweragirî û serhildanê ye. Şeva pêxistina agirê pîroz e, ku bi riya wê hersal gelê me li seranserî Kurdistanê pêgiriya xwe bi doza xwe ya neteweyî nîşan dide.

Weha xuya ye ku ne desthilata şoven ji nijadperestiya xwe dimîne, ne jî gelê me şehîd û doza xwe ya rewa û dadmend ji bîr dike. Çare jî dê tenê ew be, ku bi awayekî siyasî li vê dozê bête nêrîn û di çarçewa rêzgirtina bîrdozên demokrat û mafên gelan de çareyeke dadmend jê re bête dîtin. Ev jî dê ne pir dijwar be, eger bi rastî mera xêrxwazê welêt û mirovatiyê be.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]