Kurdistanî birayên xwe li Rojava bi tenê nahêlin

efrin.net, 19.03.2004

Di çarçewa diyarkirina piştgirî û hemêşa xwe û rûreşkirin û şermezarkirina terora destlata şoven û nijadperest a Sûriyê partî û rêxistinên kurdistanî yeko-yeko çi bi çalakiyên curecur, çi jî bi riya daxuyanî û ragihandinênan ligel birayên xwe yên li Rojava rewestîn.
Li gelek bajar û herêmên beşên din yên Kurdistanê xwepêşandan û çalakiyên curecur li dar ketin. Herweha piraniya partiyan daxuyaniyên rûreşkirin û şermezarkirina êrîşên destlata şoven dan weşandin; ji wan:
– Encûmena Niştîmanî ya Kuristanê
– Hevkariya Partiyên Kurdistanê – HEVKARÎ
– Kongra Gelê Kurdistanê
– Partiya Ayadî û Demokrasiya Kurdistanê
– Partiya Demokrat ya Kurdistanê
– Partiya Demokrat ya Kurdistanê – Bakur
– Partiya Karê Demokrat ya Kurdistanê
– Partiya Neteweyî ya Kurd
– Partiya Rizgariya Kurdistanê
– Partiya Sosyalîst ya Kurdistanê
– Rêxistina Sosyalist ya Demokratik ya Kurdistanê
– Yekîtiya Hiqoqnasên Kurdistanê
– Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê
– Yekîtiya Neteweyî ya Demokrat ya Kurdistanê
– Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê
– Yekîtiya Zanyarên Ola Îslamî ya Kurdistanê


Îro jî ji Rojhilata Kurdistanê daxuyaniya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê giha me û em wê li vir pêşkêş dikin.

Serkut û kuştina xortên gelê kurd li bajarê Qamişloyê

Roja 12.03.2004 piştî birêveçûna kêbirkêya Fotbalê li bajarê Qamişloyê di Kurdistan Sûriyê de hejmarek berbiçav ji Erebên Sûriyeyê ku pêştir bi kêr, xencer û çomaqan rijiya bûne nava yarîgehê û her di destpêkê ve bi merema pêkanîna alozî û şer firotin bi Kurdan re hatibûne wî cihî, fitneyek wisan pêk anîn û bi curekê seha xortên gelê Kurd di vî welatî û vî bajarî de birînadr kirin, ku rêyek ji bilî derbirîna bêzarî û berxwedaniyê nehêlan.

Eger hêrişa kêr û çomaq bi destan bo ser Kurdan li yarîgeha bajarê Qamişloyê di cihê xwe de regezperestane û namirovane bû, riftar û kiryara hêzên rejîmê û destûra êrîşbirin ji aliyê rejîma Bees ya Sûriyeyê bo ser Kurdan û xwe ne parastin ji teqe û birîndar kirin û kuştina xortên Kurd bi xwe li kakil û naveroka ne demokratîk û şovînîstane a rejîmê ser digire. Mixabin hêrişa hêzên rejîmê bo ser xortên gelê Kurd li Qamişloyê bi sedan birîndar û bi dehan kuştî lê ketine ku nîşaneya berfireh a zordarî û serdestiya rejîmê û bê desthilatbûna xortên gelê Kurd di vî welatî de bû, ku ne tenê bo Kurdan belkî bo Ereban jî nahê danîn.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê vê kiryar û riftara tepeserkerane ya hikûmeta Bees a Sûriyeyê derheq xortên gelê Kurd li vî welatî bi tundî şermezar û mehkûm dike û daxwazê ji hemû rêxistinên mafên mirovan û tev aliyên berevanekar ên maf û azadiyên mirovî dike, ku riftara hov û dirindane ya rejîma Bees a Sûriyeyê derheq bi Kurdên vî welatî şermezar bikin û givaş û zextê bixin ser rejîma Beesî a Sûriyeyê, ta ku çi din mafê gelê Kurd li vî welatî nehê binpêkirin û di hember bîr û hizra giştî de xortên vî gelî (Kurd) nekuje.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]