Berxwedan û serhildan berdawm e –
Efrîn jî rabûye ser piyan

Efrin.net, 16.03.2004

Çiyayê Kurmênc – Li bajarê Efrin jî dest bi çalakiyên serhildan û berxwedanê bûye. Îro piştî rawestandina 5 kêlian ji bo kuştara Helebçeyê xelkê bajarê Efrinê ji taxa Zêdiye dest bi meşa xwe kirin û di meydana serayê de li nîvê bajêr ew û hêzên leşkerî yên “dewletê” bi hev ketin. Di encamê de yekî polîs hat kuştin û çend ciwanên kur şehîd ketin.

Li gor agahiyên ku peyamnêrê me li Çiyayê Kurmênc ji devê bijîşkekî kurd, ku li nexweşxanên Efrinê dixebite, girtî hejmara şehîdan çar in. Li hemberê jî çar ji hêzên dewletê hatine kuştin.

Li bajarê Helebê jî Kurd li taxên xwe rabûne ser piyan. Ji duh de li wir, nemaze li taxa Eşrefiyê, li xelke me rabûye ser piyan. Weke tête zanîn duh hin ereben li wê taxa Kurdan sixêf u xeber ji Kurdan re da bûn û ew weke se u sixurên dijmin bi nav kiri bûn.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]