Berxwedan berdewam e
efrîn.net, 14.03.2004
Di heman dema ku destlata şoven di plana xwe ya qirêj û hov de, ya
ku ev sê roj in li dij gelê me li Başûr-rojavayê Kurdistanê bi cih tîne,
berdewam e û di heman dema ku gelê me li seranserî herêmên kurd li
Sûriyê di berxwedan û xweragiriya xwe de berdewam e revenda kurd li
Ewropa jî bi çalakiyên curecur radibe. Îro dora 2000 kurd li bajarê
almanî Minden-ê xwepêşandanek li pênawî rûreşkirin û şermezarkirina
kuştara Qamişlo û deverên din li dar xistin.
Herweha Îro Kurdan li bajarê Düsseldorf-ê (Almaniya) jî xwepêşandanek bi
heman mebestê li dar xistin. Li Amesterdam-ê (Holenda) jî dora 3000 kurd
xwepêşandanek bi heman mebestê li dar xistin. Sibede jî dê Kurd li
Berlînê xwepêşandaneke gewre li dar xînin.
Li gelek bajarên Ewropa jî xweamadekirin berdewam in. Revanda kurd li
Ewropa gelê xwe li Başûr-rojavayê Kurdistanê bi tenê nahêle
|