PEN-a îngilîzî daxweza serbestkirina Merwan Osman dike
efrin.net, 18.02.2004
Bona azadkirin û serbestberdana xebakarê kurd rêzdar Merwan Osman
(Royarê Amedî) Navenda PEN-a înglîzî îmzeya 202 nivîskarên bi nav û deng
civandiye û ji serokkomarê Sûriyayê Beşare el-Esed û rayedarên din yên
dewleta Sûriyayê re şandiye.
Navenda PEN-a înglîzî bi navê van hemû nivîskaran ji dewleta Sûriyayê
dixwaze ku rêzdar Merwan Osman, endamê Navenda PEN-a Kurd, yê ku roja
15.12.2002-an bi xinizî hati bû girtin, ji zîndanê serbest berdin.
Weke tête zanîn her du xebatkarên kurd Merwan Osman û Hesen Salêh, yên
ku ji serkirdayetiya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê ne, piştî ku ligel
hevalên xwe xwepêşandanek li pêş perlemana Sûriyê roja 10.12.2002-an li
dar xisti bû, hati bûn girtin û bi “hewildana perçekirina Sûriyê” hati
bûn tawanbarkirin.
Petitsiyona Navenda PEN-a înglîzî >>>
Daxuyaniya rojnamevanî ya PEN-a ingilîzî >>>
|