Çarenûsa gelê Kurdistanê tenê biryara gelê Kurdistanê ye
efrin.net, 18.02.2004
HEWLÊR
– Duh Desteya bala ya Tevgera Rapirsînê li Kurdistanê serî li kek Mesûd
Barzanî xist. Di vê hevdîtinê de kek Mesûd Barzanî burha xwe li ser wê
yekê da, ku “xwediyê biryardyîna çarenûsa gelê Kurdistanê tenê gelê
Kurdistanê ye, ne tu kesî din”. Herweha kek Mesûd Barzanî dilxweşiya xwe
bi erk û delametên Tevgera Rapirsînê diyar kir û ew yeka da çespandin,
ku “tevgerê (Tevgera Rapirsînê) mafê sûdwergirtina ji demokrasiyê, ya ku
li Kurdistanê bi cih bûye, heye”.
Weke tête zanîn ev demek e ku Tevgera Rapirsînê li Kurdistanê hewla xwe
dike ku gelê Kurdistanê mafê rapirsînekê, ya ku tê de kari be birayara
xwe ya azad sebaretî çarenûsa xwe diyar bike, bi dest xîne. Ji bo vê
yekê jî wê gelek çalakiyên hêja li dar xistine.
|