Mesûd Barzanî:
Em di şerê dijî diktetoriyetê bi ser ketin, emê di ya dijî terorê de jî
bi ser kevin
efrin.net, 09.02.2004
Hewlêr
– “Ew ziyaneke mezin bû, lê belê yê ku riya kurdayetiyê ji xwe re
vebijêre, divê sêhîdbûnê jî di her katekê de li pêş xwe bibîne.”, bi van
gotinan duh kek Mesûd Barzanî bûyera têroristane ya 1-ê Sibatê nirxand.
Duh kek Mesûd Barzanî serî li baregeha liqê diduyê ya Partiya Demokrat
ya Kurdistanê li Hewlêrê da û ji aliyê gelek endamên nivîsgeha siyasî û
Komîta Navendî, herweha ji aliyê gelek kadro û berpirsiyarên hêrêman
hate pêşwazîkirin. Kek Mesûd di axaftina xwe de, ya ku li baregeha liqê
diduyê bi vê boneya xemgîn goti bû, anî zimên ku “ bûyerên weha tu caran
di nav gelê kurd de pêk ne hatine, ne jî ew ji sincî û riwiştên kurdî
ne”.
“Ev nameya dijminan aşkere ye, ew dixwezin bêjin ku nabe Kurd daxweza
federaliyetê bikin, ne jî ji wan re dertê ku daxweza îraqeke azad û
demokrat bikin.”, weha kek Mesûd axifî.
Herweha cenabê wî berdewam kir û got:
– Em di şerê xwe yê li dijî dîktetoriyetê de bi ser ketin. Nuha jî em di
şerekî din de ne, şerê dijî teror û teroristan. Bi hinêza Xwedê em tê de
bi ser bikevin, ji ber ku ew şerekî dijî tarî û kevneperestiyê ye.
|