Şaxê PEN-a Kurd li Amedê tê damezrandin


efrin.net, 08.02.2004

Ev çend sal in Navenda PEN-a Kurd di wê bizavê de ye, ku şaxên xwe li hemû beşên welêt damezirîne. Piştî dan û standinên berfireh bi hemû nivîskar, helbestvan, rojnamevan û weşangeran re û amadekariyên pêwîst, ev xebat êdî li Bakurê welêt digihîne encamê. Îro 07.02.2004-an bi beşdarbûna hejmareke mezin ji nivîskar, helbestvan, rojnamevan û weşangeran li Amedê civîna damezrandina şaxa PEN-a Kurd pêk tê.
Ji Navenda PEN-a Kurd endama Komîta Birêvebir, helbestvan birêz Hêvî Berwarî li vê civîna damezrandinê beşdar dibe.

Em bi dil û can serkeftinê ji civîna Amedê re dixwazin û ji niha de pîrozbahiyên xwe pêşkêş dikin.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]