Ji bo federalîzma arezûmendane xwepêşandaneke Kurdan


efrin.net, 06.02.2004

KÖLN – Ji bo piştgiriya biryarên Perlemana Kurdistanê ya sebaretî federalîzma siyasî, erdnîgarî, netewî û arezûmendane kurdên ji herçar perçên Kurdistanê dê roja 07.02.2004-an li katjimêr 12.00 li bajarê Köln li Almaniyayê xwepêşandaneke aştiyane li dar xînin.
Hunermendên kurd Şivan Perwer, Fatê û Evîna Welat dê bi mûzîka xwe beşdarî vê çalakiyê bibin.
Li ser armanc, durûşm û biryarên komîta amadekar HEVKARÎ daxuyaniyek daye belavkirin, tê de xuya dike ku armanca xwepêşandanê piştgiriya biryara Perlemana Kurdistanê ye, ya sebaretî federalîzma siyasî, erdnîgarî, netewî û arezûmendane. Herweha ew hin durûşmeyên xwepêşandanê jî dide xuyakirin; ku ji wan hinek ev in:
1. Na ji destêwerdana dagirkerên Kurdistanê nav karûbarê Başûrê Kurdistanê
2. Kurd bi xwe çarenûsa xwe diyar dike
3. Bersiva terorê yekîtiya gelê kurd e
4. Teror tewaneke dijî irovatiyê ye
5. Nemirî û serberzî bi şehîdên bajarê Hewlêrê 01.02.2004-an

Di daxuyaniya xwe de HEVKARÎ balê dikşîne ser wê yekê jî ku:
– al yan jî flama/poster yên partî û rêxistinan qedexe ne
– di meşê de dê tenê Ala Kurdistanê bête hildan

Xwepêşandan dê li katjimêr 12.00 ji Ebertplatz-ê destpê bike û li Neumarkt-ê li katjimêrt 17.00 dawî dibe

Hatina li ciyê xwepêşandanê:
Ji Hauptbahnof-a Köln (Dom): U-Bahn 5, 16, 18 yan 19

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]